Ajansa Demirorenê ragihand ku Sedozgerîya Amedê, li ser daxuyanîya şermezarkirina êrîşa Perexa Zaxoyê derbarê Baroya Amedê lêpirsînek da destpê kirin.
Lê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got ku hîn bi awayekî fermî ev agahî ji wan re nehatiye.
Di 20ê mehê de, li gor daxuyanîyên fermî yên karbidestên Îraq, artêşa Tirkîyê bi topan êrîşê havingeha gundê Perexê kiriye armanc ku di wê êrîşê de 10 kes mirin 25 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku ew nûçe li ser medya civakî belav bû, wek gelek sazîyan, Baroya Amedê jî peyameke sersaxî da û got ku ew topbarana artêşa Tirk şermezar dikin ku mafê jîyana sîvîlan binpê kiriye.
Parvekirin pêşîn ya Baroyê wiha bû:
''Di encama bombardumana artêşa Tirkîye de zarok jî di nav de sîvîl mirin. Eynî wekî Roboskê, dema mijar Kurd bin hiqûq mirovî jî bêqîmet dibe.''
Lê piştî vê peyamê li ser medya civakî, taybet jî medyaya nêzî hikûmetê, baro kirin armanc û peyîvên wek ‘parêzerên şeytan, evuqatên pkk û terorîstan” jibo baroyê hatin xebitandin.
Niviskarê rojnameya Yenî Akît, Îbrahîm Karagul jî roja Pêncşemê li ser medya civakî baro hedef girt û got ku divê dozgerî lezûbez lêpirsînekê bide destpê kirin.
Baroya Amedê roja Pêncşemê daxuyanîyeke nivîskî belav kiribû û gotibû ku li wan gef tê xwarin û baro serî ji gefan re danayne.
Serokê baroyê Eren got ku êdî li Tirkîye lêpirsîn li ser medya civakî tên eşkere kirin.
Hêjayî gotinê ye u li gor qanûnan ger derheqa baroyê de lêpirsîn vebe, divê Wezareta Dadê destûr bide, lê ger lêpirsîn li ser sucên terore be ew prosedur diguhere.
Eren got ku medya nêzî hikûmetê bi sîtematîkî baroyê dikin armanc, lê di derbarê mafê jîyana mirovan de helwesta wan zelal e û êrîş ji kijan alî bê ew li dijî binpêkirina mafê jîyana mirovan in.