Alî Fîkrî Işik dibêje, ew geşbînîya xwe diparêze û bawer dike ku pêvajo hîn wek berê berdewam dike çimkî kakila pêvajo hîn di cîhê xwe de ye
Barzan Îso dibêje, do kombûnê de navê Burhan Xelyon careke din derbaz dike ku bibe rêberê nû yê opozîsyonê
Mîran Kurdî dibêje, bajarê Amûde azadî dixwaze û li bendê ye ku hemî kesên girtî werine berdan
Ahmed dibêje, rewşa heyî li bajarên Kurdan aramtir e û îro di navbera her du meclîsan de kombûnek tê kirin
Mansur: "Em li Serêkanîyê, Dirbesîyê, Helebê, Efrînê, Amûdê û her derên din dijî rejîmê şer dikin û bi dehan kes canê xwe jibo welêt feda dikin."
Abdulbaqî Yusif: Di êrîşa PYD'ê de çend hevalên wan hatine kuştin û gelê Amûde jibo şermezerkirina PYD'ê li kolanan in
Serokê Peywendîyên ligel Amerîka û Ewropa, Dr. Kamiran Hacîabdo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re qala serdanê kir.
Mislim: Rûsya berdewam li ser helwesta xwe ya berê ye ku divê Desteya Bilind ser navê Kurdan beşdarî Konferansa Cenevre'yê bibe
Dr. Abdulhekîm Beşar: Nabe tenê yek partî rêvebirîya herêmê bikin û divê hemî partî bi hevre axa Kurduistanê biparêzin
Ertaş dibêje, pêşnîyarên rêberê PKK Abdullah Ocalan bi firehî têne gotûbêj kirin û hazirî heye ku komîsyonek ava be ku nûnertîya Kurdên Bakur bike
Menan dibêje, komên çekdar yên girêdayî El Qayde li deverên din yên herêmê şikestineke mezin xwarin û loma jî ber bi gundên Cindiresê ve tên û dixwazin li vê derê jî şer derxînin
Kawa Azîzî rexne li Kurdan digire ku heta heta niha sîyaseteke zelal û yekgirtî dernexistine pêş û di nav opozsîyona Sûrî de cîh negirtine
Hesen Remo: Komên çekdar yên girêdayî El Qayde hember YPG şikestineke mezin xwarin û loma jî neçar man ku dorpeçkirina ser gund û bajarokên Kurdan rakin
Sabahattîn Korkmaz dibêje, ew sîyaseta BDP'ê ya ser wan bûyeran rast dibîne jiber ku ew mesela Tirkan ya navxweyî ye û dive Kurd nebin piştevanên alîyekî
Azad Zal dibêje, jibo Kurdan silametîya pêvajoya çareserîyê pir girîngtir e û loma jî Kurd piştgirî nedan wan çalakîyan
Kobanî: Hem rejîma Sûrî hem jî ew komên çekdar ku hin dewletên cîran li pişt wan in, dixwazin Kurdan bikşînin nav şer
Merwan Osman dibêje, Amerîka dixwaze bi vê daxuyanîyê zext û giwaştin li ser Rûsya bike ku nema çekan bide rejîma Sûrî û balansekê li şerê wî welatî peyda bike
Işik: Kurd bi xurtî piştgirîya xwepêşandanan nekirin jiber ku hêzên ku li meydanan bûn dijî Kurdan in. Di heman demê de baş serwext in ku çareserîya pirsa Kurd bi demokratîkbûnê ve girêdayî ye
Salih Cefer dibêje, şerê li Sûrîyê vê gavê giheştîye qonaxeke ku cîhan hemî xwe bi hevîya çareserîyeke sîyasî ve girê dide
Alan Şemo: Vexwandina Desteya Bilind ya Konferansa Cenevre’yê serkeftina hemî Kurdan e û tê maneya pênasîna Amerîka û hêzên din
Pirtir bar ke