Komsîyona Peywendîyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê berî çend rojan li Stebolê kom bû.
Serokê Peywendîyên ligel Amerîka û Ewropa, Dr. Kamiran Hacîabdo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re qala wê serdanê kir.
Birêz Hacîabdo dibêje, li meha Gulanê rêvebirîya nû ya komîsyonê hat hilbijartin û wan kombûna yekê li Stenbolê pêk anî.