Rewşa Mafên mirovan bi taybet jî yên jinan li bajarê Mûsilê dijwar e.
Hemwelatîyên astengberên li Mûsilê bi sipasîya komela xwe fêrî kanîn û hunerên nû dibin.
Kerem kin em geryana li nav xwaringeheke Mûsilê bikin ku xwarina kahîyê pêşkêş dike
Li taxa Hamdanîyê ya bajarê Mûsilê bazarek hatiye vekirin ku hemwelatîyên Mesihî tê de hewcedarîyên xwe dikirin.
Cejnên bûna Mesîh û sersalê nêzîk dibin, herêma Deşta Mûsil ku hejmarek gund û bajarokên krîstiyana lê hene, îsal baştir ji salên berê amadekariyên Krîsmesê dikin û bi geşbînî pêşwaziyê dikin
Komeke Jjnên Mûsilî jibo karanîna li dêran mûmikên rengûreng çêdikin
Li Mûsilê roja pîrozkirina serketina hêzên Îraqî yên dijî DAIŞ'ê hat pîriz kirin
Bo Yekemîn car cihekî taybet ji bo jinan li bajarê Mûsilê tê vekirin ku qedexeye mêr derbasê bin, ew jî xwaringeheke ku hemî karmend û bikirên wê jin in.
Çîroka jina Mûsilî ku çend caran ji alîyê mêran ve rastî tundûtûjîyê hatîye.
Mûsilî piştî beşdarbûna di hilbijartinê de niha li benda damezrandina hikûmeteke nû ne ku pirsgirêkên wan çareser bike
Li Mûsilê çend hunermendên jin pêşangehek li dar xist û bi berhemên xwe xwest ku bal bikşînin ser tundîya dijî jinan
Avakirina Grûpek Nû Ya Mûzîkê ji Keç Lawan li Mûsil Mûsil weke bajar û herêmek mihafizkar tê naskirin, bi taybet piştî ku DAIŞê ew herêm di sala 2014an da xistbû jêr kontrola xwe têkelbûna keç û lawan û mûzîk hatbû qedexe kirin, lê niha grûpek nû ya mûzîkê ji keç û lawan hatiye ava kirin.
Ji ber hişkesaliya li Îraqê, êmê ajelan kêm bûye û êdî xwediyên ajelan li hin riyan digerin ji bo peydakirina êm ji bo wan. Cotkarekî deşta Neynewa bi çandina mitê sebbar hewl dide êm ji bo ajelên xwe dabîn bike.
Nûveavakirina Dêra Mar Gorgîs li Bajarê Mûsilê Bi alîkariya hin rêxistinên navnetewî û zanîngeha Pennsylvania ya Amerîkî, dêra mar Gorgîs li bajarê Mûsilê yê Îraqî tê nûavakirin ji bo ku handeriya xelkê mesîhî were kirin ji bo vegera ser milk û malên xwe.
Li dibistaneke bajarê Mûsilê roboteke jêhatî ji zarokan re mamostetî dike
Li Mûsilê, hunermend Taha Mûsilî ji axa kavil û xanîyên bajêr yên wêranbûyî gozik û denên avê çê dike.
Li navçeya Başîqa ya deşta Mûsilê, festîvalek hate lidar xistin tê de gelek çalakîyên hunerî û çandî hatin kirin bi mebesta parastina çanda Kristîyanên Îraqê.
Li Mûsilê xwaringeheke nû vebû ku robotek xizmet dide bikiran
Zarokên bêsemiyan ku êtîm û bê kes mane di rewşek xerab da dijîn, dayîkên zarokan dibêjin, kesek nîne alîkariya wan bike, çalakiyên weha dilê zarokan xweş dikin.
Li bajarê Mûsilê bikaranîna madeyên hişbir pirsgirêkeke mezin e ku taybetî kesên xortan dixe bin bandora xwe
Pirtir bar ke