Li Mûsilê cara yekê ya tîma basketbolê vebû û keçên 16 heta 20 salî tê de cîh digirin
Li Îraqê berî çend rojan zenga sala nû ya xwendinê lêda, li Mûsil jî weke hemî bajarên Îraqê deriyê dibistanan vebû, li parêzgeha Nînewa nêzî yek mîlyon xwendekar îsal qesta dibistanan dikin.
Li Mûsilê di demên dawîyê de hejmara pêketinên vîrusa korona dîsa bilind dibe, lê tevî wê yekê jî rêjeya vaksînkirinê nizim e
Grûpeka çalakvanên deşta Neynewa li Îraqê dest bi helmetekê kir bi navê "Rengên Aştiyê" ku tê de dîwarên cihên giştî yên nahiya Bertile bi name û peyamên aştiyê xemilandin. Raporta Kawa Omer agahiyên bêhtir hene.
Rêvebirîya Şûnwarên Duhokê ragihand ku berî çend rojan li nêzî bajarokê Şêxanê kargeheke kevin ya çêkirina çarabê hate dîtin
Li Mûsile qafesa ku sala 2015an de 5 kes ji alîyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, li qadeke bajêr hatiye danîn
Xelkê Mûsiê li taxê (Hemam Menqûşe) di nava mizgefta Nûrî de Rojbûna Pêxember Mihemdî pîroz dikin. Çalakiya olî ji aliyê çendîn zanyên ola Îslamê de li Mûsil hate encam dan û gel jî bi dûa û selawatan beşdar bû.
Hejmarek berbijêrên hilbijartinên pêşwext yên Îraqê li Mûsil ku di encamên hilbijartinan de sernektine îro Yekşemê mîtînek protestoyî encam da û daxwaza mafên xwe kirin û Komisyona Bala ya Hilbijartinan li Îraqê bi sextekariyê tawanbar kir.
Li bajarê Mûsil bi beşdariya nûnerên hemî ol û grûpên etnîkî yên li Mûsil, Mîherecana Aştiyê hat encam dan. Di mîhrecanê de karên destî yên pirrengî û kultura pêkhateyên li Mûsil hatin nîşan dan û stran û muzîk hatin pêşkeş kirin.
Tirkîye di demên dawîyê de pir caran êrîşên esmanî li ser herêma Şengalê pêk tîne û îdia dike ku li herêmê çekdarên PKK'ê hene
Li Şengalê xebatên hilbijartinê destpê kirine û gelê herêmê xizmetkarîyê dixwaze
Di serdema korona de xebatên hilbijartinê li Mûsilê li gor salên berê dijwartir dimeşin
Ev dîmenên vîdyo yên kargeheke bajarê Mûsilê ne, ku nîşan didin çawa karkerên wê hîn bi şêwazekî kevin keviran hûr dikin û gêçê durist dikin.
Li nahiyeya Şêladizê ya Qezaya Amîdîya Herêma Kurdistanê, diyardeya koçkirinê di nav nifşê gênc de belav bûye. Raporta Kawa Omer bêhtir ronî dide ser vê mijarê.
Li Mûsilê xebatên amadekarîya hilbijartinên giştî destpe dike
Hisamedîn Elî jiber hezkirina pirtûkan, ew 25 salin ku karê cîldkirina wan pirtûkana dike
Bazneya 3 ya hilbijartinan li Îraqê, herêma herî nakokbare ji bo kempyna hilbijartinan û berbijarên wê bazneyê.
Derçûya zanîngehê Aîşe ji xwe re li Mûsilê dîkanek vekiriye û niha karê kulîlkfiroşîyê dike.
Mûsil ji destpêka dîrokê wargeha krîstiyanan bû, zêdetirî 35 kenîsên dîrokî û kevnar lê hebûn û bi hezaran malên krîstiyanan hebûn, lê niha bi taybet piştî êrîş û şerê DAIŞê yek mala krîstiyan li Mûsila kevin nemaye û kenîse jî hatine wêran kirin.
Serokê Fransa di serdana xwe ya Îraqê de piştî civîna Bexda hate bajarê Mûsil û Herêma Kurdistanê macron serdana bajarê kevin yê Mûsil kir û dxwaz ji pêkhateyên Mûsil kir ku bi hevre kar bikin û welatê xwe avedan bikin, Macron soza alîkariyê da xelkê Mûsilê
Pirtir bar ke