Girê Dêrûna Axê cîhekî dîrokî ye ku di bin axa xwe de şûnwarên kevnar vedişêre. Ev gir li kantona Cizîrê, li herêma Alîyan e ku dikeve bakurê bajarokê Çilaxa.
Lêkolîner Mistefa Kehêl, ku li ser dîroka gir pir xebat kirine, dîyar dike ku temenê vî girî bi hezaran salî ye.