Ji sedema berdewamîya şer û pirsgirêkên aborî û dijwarîyên peydakirina pêdivîyên jîyanê li tevahîya Sûrîyê û herêmên bin kontrola Kurdan parsekî zêde bûye. Dema meriv li bazara bajarê Girkê Legê dinêre rastî gelek parsekan tên ku hinek ji wan kesan mirovên ji deverên din hatine.
Li nava kolan û bazara Girkê Legê kûçikên bêxwedî zêde bûne. Ev rewş ji gelê deverê re bûye barekî giran û metrsîdar jiber ku ti girîngî bi wan nehatîye dayîn. Zêdebûna wan ajalan bê pîvan e û ew li kolanan birçî mane.