Li Girkê Legê gelê Kurd dakete kolanan û doza yekîtîya partîyên kurdî kirin, di girseyê de şêx Murşid Xiznewî amadebû û dîyar kir Ku partîyên kurdî li hev civîyane, rûniştivanên deverê bi yekîtîya alîyên kurdî bi hêvîne ku doza Kurdan li Şamê xurtir bibe.
Nivîskar û helbestvanê Efrînî Nûrî Beko yê 83 salî bi nivîsandina helbest û bîrnam û çîrokan zora tenêbûnê dibe. Beko nû ji Şehba derbederî Dêrikê bûye û êşa dûrketina ji Efrînê di nav helbestên xwede nîşan dide.
Piştî ketina rêjîma Esed nirxê dolar beramberî pereyên sûrî ketîye, lê heta niha buhayê tiştan ne li gor wê ketinê ye, welatîyên deverê dibêjin ku bazirgan bi wanre ne rastin û ji sazîyên deverê yên berpisyar dixwazin ku li ser vê yekê rawestin ta ku nirxê tiştan erzan bikin.
Bi dehan malbatên derbider yên Efrînî ku li Şehbayê bûn piştî rêyeke dirêj û zehmet gehîştin herêma Dêrikê. Rûniştvanên deverê li gor karînên xwe pêdivîyan pêşkêş dikin û cih jibo wan amade dikin.
Rûniştvanên li Dêrikê ser rewşa heyî bi tirs in. Êrîş li ser herêmên wan berdewam in û pêla koçberîyê zêde dibe, xem û derdê xelkê bi dawî nayên.
Krîza aborî li herêmên Kurdan derketîye loma firoşkar derîyê firoşgehên xwe digirin. Hevdem, rewşa derbideran jî rewşa giran aloztir dike û rûniştvan bi hêvî ne ku nirxê dolar beramberî nirxê dirava Sûrî baştir be.
Bi hatina zivistanê û kêmbûna mazotê û bilindbûna buhayê wê, hemwelatî berê xwe didin darên şewitandinê. Lê, rûniştvanên deverê hêvî dikin ku darên şîn neyên birîn.
Sazîya sekna ji bo Jinê perwerdeya pîşeyî ji bo jinan vedikin da ku fêrî pîşeyên pirrengî bibin û bi awayekî xweser jîyana xwe birêve bibin.
Li Dêrikê cotkar daxwaza piştgirîyê dikin û Rêvebirîya Xweser nebûna mazotê bi rewşa deverê ve girêdide. Endazyarên çandinîyê jî bal dikşînin ku sûda çandinîyê jibo cotkaran kêm bûye.
Xwendekarên dibistanan bi nûjenkirina xwendingehên wan kêfxweş in. Desteya Perwerdeyê li herêma Cizîrê komîteyeke taybet ava kirîye ku hewil bide kêmahîyan çareser bike.
Pêyker û navê legan jibo rûniştvanên bajarê Girkê Legê bûne sembola serbilindîyê
Hêzên Amerîkî li cîhê ku ji alîyê Tirkîyê ve li Rojava hatine lêdan, gerîyan û bi rêvebirên sitasîyonan re hevdîtin çêkirin.
Di encama êrîşa balefirên Tirkîyê yên şer li ser stasîyona Siwêdîyê ya petrolê li herêma Dêrikê 7 kesan Jîyana xwe ji dest dan û 17 kes birîndar bûn, tevahîya Qurbanîyan nobedar û karmend;n stasiyonê ne.
Meznbûna zarokên DAIŞ'ê yên bîyanî li nav kampa Roj ya Dêrikê de bûye cihê metersîyê, Rêvebirîya kampê ji dengê Amerîka re dîyar dike ku wan zarokên nû ji dayika xwe bûyî dîtine, dayîk wan zarokan li ser perwerdeya tuntdûtujiyê perwerde dikin.
Zînê Ebas ku keçeke Behremende ji bajarokê Çilaxa ye. Ew xwendekara peymangeha bilind a Hunerê ye û dixweze bi awayekî akadîmî hunera xwe pêşbixe. Wê bi dengê xwe bala civak xwe kişandî ye.
Li gundê Dugirka yê herêma Dêrikê rûniştivanên gund yên li hundir û jiderveyî welat bi hevgirtinek civakî gundê xwe pêşdixin û xwedî li hev derdikevin. Bi hevgirtin û projeyan bi alîkariya saziyên sivîl û xortên li derveyî welat gundê xwe avedan dikin.
Jinên Daişî yên bîyanî ku li nav Kampa Roj ya li Dêrikê dimînin kincên Daişê rakirine û ew dibêjin ku jiber vê yekê rastî êrîşan ji alîyê jinên tundrê tên. Jinên bîyanî dixwazin ku herin welatên xwe, lê Rêvebirîya Xweser dibîne ku hewcedarîya wê bi dadgeheke navnetewî heye.
Li Dêrikê Enstîtuya Bilind ya Hunerê tê vekirin ku girêdayî Zanîngeha Rojava be. Li enstîtuyê wê beşên muzîk, şano û sînema wê hebin û herwiha jibo xwendekaran cîhê razan û xawarinê jî tên amade kirin.
Birîndar kesekî nabîn e, lê bi vîn û bawerîya xw eya xurt hêvîyên xwe ji jîyanê sar nekirine. ew di rêya awaz û saz û helbestê re hestên xwe bi derdora xwe re parve dike.
Gelo divê Rêvebirîya Xweser çi bike ku pêşî li derengketina qedandina projeyên xwe bike? Berpirsên Rêvebirîya Xweser dibêjin ku şerê navxweyî û rewşa ewlehî karê wan dijwartir dike.
Pirtir bar ke