Di bernama vê hefteyê de ya Rastewxo Legel Êwe (Zindî Ligel We) em behsa mijareke germ ya rojevê dikin: gendeliya li nav Federyasona Navnetewî ya Futbolê (FIFA).
Di bernameya vê hefteyê de ya Zindî Ligel We (Rastewxo Legel Êwe) em balê dikişîne ser Cejna Bîreweriyê li Amerîka ku îsal dikeve roja Duşemê (25'ê Gulanê).
Programa vê hefteyê ya Rastewxo Legel Êwe (Zindî Ligel We) bi temamî li ser Roja Dayikê ye. Li Amerîka û gelek welatên din yên cîhanê Yekşema duwem ji meha Gulanê wekî Roja Dayikê tê pîroz kirin.
Vê dawiyê, rêxistinek bi navê Navenda Sekularîzm li Kurdistanê hate damezrandin. Ev rêxistin banga civakeke sekuler li Kurdistanê dike, tê de ol ji dewletê were cudakirin.
Di xeleka vê hefteyê de ya programa Zindî Ligel Wê (Rastewxo Legel Êwe) me Festîvala Cherry Blossom li Washington kir mijar. Ev festîval wekî nîşana destpêka demsala buharê ye.
Di programa vê hefteyê de ya Zindî Ligel We (Rastewxo Legel Êwe) babeta sereke derbarê navên Kurdî bû.
Programa Zindî Ligel We ya vê hefteyê taybet bi Newrozê ye. Di vê bernameyê de em besha cejna Newrozê dikin û çawa Kurd li Amerîka vê roja neteweyî pîroz dikin.
Di bernameya vê hefteyê de, me sê babetên sereke giftûgo kir. Ya pêşî derbarê kirasê ku van rojan li ser malperên medyaya civakî behsa wê tê kirin.
Programa vê hefteyê ya Zindî Ligel We behsa rewşa seqaya sar li Amerîka, bi taybet li devera Washington kir. Ev bûye çend roj ku berfeke giran li Washingtonê tê.
Programa vê hefteyê ya Zindî Ligel We bêtir li ser roja Valentine bû ku wekî roja evîndaran li seranserî cîhanê 14ê Sibatê tê pîroz kirin.
Programa vê hefteyê ya Zindî Ligel We hinek babetên nû gotûbêj kirin, wekî lîstika Super Bowl ya futbola Amerîkî û herwiha serdana Sîrwan ya Barşelona dema ku li wir hemû lîstikvanên tîma Barşelona dît.
Zindî Ligel We programeke nû ji Dengê Amerîka ye ku her roja Yekşemê bi awayekî zindî ji aliyê Hêro Zengene û Sîrwan Qiçço ve tê pêşkêşkirin. Ev programekî rengereng e ku balê dikişîne ser hemû aliyên jiyana rojane li Amerîka û welatên din.