Di bernameya vê hefteyê de ya Zindî Ligel We (Rastewxo Legel Êwe) em balê dikişînin ser Cejna Bîreweriyê li Amerîka ku îsal dikeve roja Duşemê (25'ê Gulanê).
Gelo mebesta vê rojê çi ye û kengî cara yekê hatiye pîrozkirin? Em bersiva vê pirsê didin û hinek rastiyên din girêdayî wê tînin pêş guhdarên xwe.
Di babeteke din de, em behsa rola medyaya civakî (wekî Facebook û Twitter) di şopandina bûyerên vê dawiyê de navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê.
Heta çi radeyê gencên Kurd dikarin roleke erênî di bûyerên wiha de bilîzin? Xanim Sara Omer, nivîskar û helbestvan vê mijarê ligel me gotûbêj dike.
Jibo guhdarîkirina dirêjahiya bernameyê, fayla deng ya jêrîn klik bikin.