Bajarvanîya Wanê di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de derîyên Navenda Çand û Hûnera Nûda careke din vekirin. Bernameya şeva dengbêjan bi pêşangîya sazîya zimanê Kurdî Arsîsa ve pêk hat
Bi hatina demsala biharê sewalkarên devera Wanê pezê xwe jibo çer û çewaniyê ji kol û govan derxistin çîya û deştan. Li gel wê xweşikbûna jîngeha deverê, hin astengîyên xwezahî jî hene. Lê dîsan dîmenên xweşik û jêhatî pêşçav dikin.
Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) Tirkîyê di warê ragihandina azad de di nava 180 welatan de di rêza 158an de nîşan daye û wek cîhekî “pir xeter” bi nav kiriye. Li Wanê çîroka rojnamevan Hakan Yalçin yek ji mînaka vê rewşê ye. Ew di nava 5 salan de 3 car hatiye desteser kirin û carekê jî ketiye zîndanê
Gundîyên Marûnisa Colemêrgê, li hember xebatên lêgerîn û deranîna madenan ji gund û herêma wan, ji roja Sêşemê vir ve di nava xwepêşandanan de ne û ew daxwaz dikin ku demildest xebat were rawestandin daku xweza û jîngeha herêma wan neyê wêrankirin.
Piştî xwepêşandanên du rojan ya biraya Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) 264 kes hatibûn desteser kirin û 27 kes bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê” hatibûn girtin. Gelo Wanî bawer dikin ku wan karîye çalakîyên aştîyane pêk bînin û ew encamên erênî tînin?
Li bajarê Wanê piştî xwepêşandanên du rojan, û piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji biryara paşve kişiya, hejmarek sazîyên sîvîl, partîyên sîyasî û dildaran kolanên bajêr paqij kirin.
Li Wanê piştî bîryara YSK'ê ku derheqa namzetê hevbajarvanê Wanê yê DEM Partî Abdulah Zeydan de bîryar da ku ew dikare bibe bajarvan, gelê Wanê ev bîryar li parka Musa Anter a navenda bajêrê Wanê pîroz kir. Zeydan derket ser otobusa hilbijartinê û spasîya gelê Wanê kir
Li bajarê Wanê xwepêşandanên li hember bîryarâ YSK’ê berdevam dikin. Li navenda kolanên Wanê, di navbera hêzên ewlekarîyê û çalakvanan de pevçûnên dijwar pêk tên. Hevbajarvanê ku bi dengê gel hatî hilbijartin bo Dengê Amerîka axift û bertek li hember biryarê nîşan dan.
Nûçegîhanê me Arif Aslan nêrîn û çavdêrîyên xwe yên ser roja hilbijartinê ya li Wanê dinirxîne
Bajarvanîya Muşê ev 20 sal e, di bin rêvebirîya Partîya Dad û Peşvebirinê (AKP) de ye. Dengdêr dê sibê Yêkşemê were guhartin an ne? Dengdêrên bajêrê Muşê bo mîkrofona Dengê Amerîka bersiva vê pirsê didin.
Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) mîtînga hilbijartinê ya dawîyê li bajarê Wanê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, bersiv dan gotinên Erdogan yên mîtînga Amedê û got ku pirgirêka Kurd mijarek cidîye û guh bide daxwazên gelê Kurd.
Bo hilbijartinên 31’ê Adarê çend roj mane, li Bedlîsê du partî di rikberîyek xurt de ne ku şaraderiyê bixin dest xwe. Her yek ji Berbijêrê DEM Partî û AKP li Bedlîsê hewil dide ku encamên 31ê Adarê di berjewendiya xwe de bikar bîne, dengder jî ramanên xwe tînin ziman.
Li bajarokê Bazida Agirîyê, li gor dengdêran rikîberên herî sereke DEM Partî, AKP û namzeta serbixwe Yildiz Acar e, di nava wan de rikeberî heye û dengdêr jî ramanên xwe li dor dengdanê tînin ziman.
Jiber qedexeya walîtîyê, hêzên ewlekarîyê nehişt cejna newroza îsal li qada taybet ya newrozê were pîroz kirin. Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî)'ê Tevî astengîyên hêzên Ewkarîyê bi tevlîbûna beşdaran newroz pîroz kirin. Çend dîmen ji Newroza Muşê.
Jiber qedexeya walîtîyê, hêzên ewlekarîyê nehişt cejna newroza îsal li qada taybet ya newrozê were pîroz kirin. Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partîyê) Tevî astengîyên hêzên Ewkarîyê bi tevlîbûna beşdaran newroz pîroz kirin.
Li Îdirê bi beşdarbûna hezaran rûniştvanan, Newroza îsal hat pîroz kirin. Hin jinên Îdirê ku her Newroz bi kincên dîrokî beşdarî pîrozbahîyan bûne, hêst û ramanên xwe anîn ziman.
Tevî barîna berf û baranê bi hezaran Bazîdî li qadê kom bûn ku cejna xwe ya Newrozê pîroz bikin
Li Bajarê Îdîrê hejmarek zêde rûniştvan beşdarî newrozê bûn û bi cil û bergên xwe yên rengîn newroz pîroz kirin.
Pirtir bar ke