Li Tirkîyê hejmareke zêde girtî ji 27’ê Cotmeha 2023’an vir ve bi daxwaza başkirina mercên zîndanan û çareserîya pirgirêka Kurd di nava çalakîyan de ne. Di vê çarçovê de daxwaza wan ya serekî ew e ku tecrîda li ser rêberê Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan were rakirin.
Çalakîyên ku di 27’ê Cotmeha 2023’an de bi girevên xwe birçîbûnê hatibûn destpê kirin, piştî 4 mehan di 4’ê Nîsanê de bi çalakî derneketina hevdîtîna li gel malbatan û parêzeran didome. Malbatên girtîyan, partîyên sîyasî û sazîyên sîvîl jî bo piştgirîya girtîyan her heftîyê di nava çalakîyan de ne.
Îro Înê jî bi pêşêngîya Komela Malbatên Girtîyan (TUHAY-DER) li ber derîyê Zîndana Wanê, xwepêşandanek hat li darxistin. Hejmarek malbatên girtîyan, parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrsîyê ya Gelan (DEM Partîyê) û hevbajarvan beşdar bûn.
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar, li ser navê xwepêşandaran bang li Wezîrê Dadê yê Tirkîyê kir û got ku niha hezaran girtîyên sîyasî, bi daxwaza rakirina tecrîda ser Ocalan, başkirina mercên zîndanê û berdana 1517 nexweşên giran dikin.
Lê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, di Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirîyê de li ser pirsa parlamantera Şirnexê ya DEM Partîyê Newroz Uysal Aslan gotibû ku li ser Ocalan tecrîd tuneye.
“Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîd tuneye. Rewş berdevam dike. Derheqa wî girtî de (Ocalan) cezayê zîndanê yê heta hetayî heye.” Tunç got.
Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ku ew jî beşdarî xwepêşandana ber derê zîndana Wanê bûbû, bi bîr xist ku 25 sal in li ser Ocalan tecrîd heye û 40 meh in ku bi çî awayî ligel wî hevdîtin tuneye.
“Hun dizanin ku demekê hevdîtin hatin kirin, rewşeke cûda derket holê. Ser axa Kurdistan û Tirkîyê şer sekînî. Ji alîyê aborî ve, ji alîyê sosyolojîk ve û ji alîyê çareserîya pirgirêka Kurd ve tiştên baş derketin holê. Piştî ku dîsa hevdîtin kut bûn, dîsa şer destpê kir. Em wek gelê Kurd dibêjin çareserîyek demokratîk dixwazin û muxatabê vê jî Ocalan e.”
Sayyîgît herwiha dibêje ku tecrêt tenê li ser Ocalan tuneye, li hemî zindanan zext û mercên nebaş hene.
“2015’an heya îro hiqûqa Tirkîyê, ji alîyê Erdogan û hikûmeta wî ve hatiye rakirin. Li gor serê xwe û xwastekên xwe bîryaran dide. 27’ê Cotmehê jî jiber vê rewşê girtîgehan got ku em vê protesto dikin û şerê li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Ocalan qebul nakin. Heya ew negihin armanca xwe, dê çalakî berdevam bikin.”
Sayyîgît bal kişand nexweşên girtî û dida zanîn ku doh Pêncşemê li zîndana Şirnexê girtîyê bi nava Yildirim Han ku ew di lîsteya nexweşên girande bû, canê xwe ji dest da.
“Rewşa hevalê Yildirim pir xirab bû. Me çend caran anî ziman me got ku divê were berdan. Heya dawîyê naşînin nexweşxanê heya canê xwe ji dest didin.”
Me wek Dengê Amerîka xwast ligel malbatên girtîyan hevpêyvîn bikin ku ev 2 meh zêdetir e ji zarokên xwe agahî nastînin, lê wan jiber metirsîya cezakirina girtîyên xwe nexwastin hevpeyvîn bidin.
Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku Wezîr Tunç di 12’ê Hezîranê de li gel dayîkên aşitîyê, malbatên girtîyan û şandeyek DEM Partîyê hevdîtinek pêk anîbû. Wezaretê piştî hevdîtinê çî daxuyanî nedabû, lê Parlamanter Aslan’ê dîyar kirbû ku wan di hevdîtinê de hemî binpêkirinê mafên girtîyan anîbûn ziman, lê wezaretê ti planên çareserîyê pêşkêşî wan nekîye.
Aslan do Pêncşemê ji Ajansa Anka re gotibû ku ewê di 26ê Hezîranê de dîsa bi Wezîrê Dadê Tunç hevdîtinekê bikin.
Li gor raporta Komela Mafên Mirovan (İHD), di 2 salên dawî de 94 girtî di zîndanên Tirkîyê de canê xwe ji dest dane. Li gor heman jêderê li Tirkîyê nêzî 300 hezar girtî hene û ji van 1517 girtîyên nexweş in.