Îran Dibêje, bi Amerîka re li Ser Girtiyan Danûstandina Dikin

Îranê îro Sêşemê dîyar kir ku ew bi Amerîka re berdêlkirina girtîyên li zindanan danûstandinan dike da ku Îranîyên girtî yên li di girtîgehên Amerîka û welatên din yên jiber binpêkirinên sizayên Amerîkî werin azad kirin.

Peyvdarê hikûmeta Îranê Alî Rabieî li ser mijarê ragihand ku di navebra Îran û Amerîka de, danûstandinên li ser jibo lihevguhertina girtîyan didomin û heke girtîyên Îranî bêne berdan emê bêtir agahdarîyê ragihînin û her wiha berjewendîyên welat têne dabîn kirin û gotûbêj digehin encamekê.

Alî Rabieî li ser malpera dewlata Îranê di preskonferansekê de wiha got, "‌Ji ber armancên xwe yên mirovahî, Îran amadeye ku tevahîya girtîyên siyasî yên Amerîkî di berdêla azadkirina hemî Îranîyan de, serbes berde; yên ku li seranserê cîhanê bi fermana Amerîkayê hatine desteser kirin."

Amerîkayê heya niha li ser wê daxuyanîyê ti agahdarê yan jî şîrove, ranegihandîye.

Vê jî bixwîne: Îran Dibêje di Danûstandinên bi Erebistana Saudî de Pêşketin Hene
Vê jî bixwîne: Amerîka Toleyên Ser 3 Îranîyan Radike
Vê jî bixwîne: Şanderê Amerîka: Bijardeyên Amerîka Û Îranê Derbarê Rêkeftina Navokî Zelal Dibin
Vê jî bixwîne: Serokê Nû Hilbijartî Yê Îranê Dibêje Ew Naxwaze bi Biden re Bicive