Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Înê ragihand ku toleyên ser 3 Îranîyan hatine rakirin.
Wezaretê bal kişand ku ew biryar wateya guherina sîyaseta Amerîkî ya toleyên dijî Îranê nade û bi danûstandinên vejandina peymana navokî ya 2015an ne peywendîdar e.
Berdevkekî Wezareta Xazîne ya Amerîkî ji Reutersê re got navên kesên ku ji lîstê hatine derxistin Behzad Fîrdows, Mehrzad Fîrdows, û Mihemed Riza Dezfulian, in.
Wî dubare kir ku girêdana wê biryarê bi sîyaseta hikûmeta Amerîkî ya polîtîkaya cezayên dijî Îranê ve û bi danûstrandinên navokî yln berdewam re ne girêdayî ye.