Yekemîn Doza Destdirêya li Ser Îpek Er li Sêrtê Hat Destpêkirin

Îpek Er û Çawişê pispor Musa Orhan

Dadgehkirina çawişê pispor Musa Orhan, ku li ser îdaya dest dirêjî îpek Er kiriye, li bajarê Sêrtê roja înê destpêkir bû. Runiştina pêşîn ya dozê de Musa Orhan ji Enqere bi rêya online û sîstema internetê beşdar bû û mafê xwe yê bêdengîyê bikar anî. Dadgehê daxwaza jibo girtina wî red kir û runiştina duyê roja 25ê Sibata 20121ê hat destnîşan kirin.

Hêjayî bîrxisitnê ye ku Îpek Er keçeka 18 salî ya gundek li Bişêrîya Batmanê bû, lê di 7ê Tîrmehê de digel bavê xwe çû qereqolê û Musa Orhan gilî kirin bi tawana ku wî destdirêjê Îpekê kiriye.

Deh roj şûnda dozger îfadeya Musa Orhan girt û bi şertê kontrola edlî ew serbest kir. Rojek şûnda hat destnîşankirin ku Îpek bi tifinga bavê xwe xwe birîndar kirîye.

Îpek mehek piştî dermankirinê di 18ê Tebaxê de li Batmanê jiyana xwe jidest da û ew roj li ser tiwterê taga bila Musa Orhan were girtin bu trend.

Rojek şûnda Musa Orhan hat girtin û bi îtraza evuqatê wî carek din serbest hat berdan lê wezareta berevaniyê ragihand ku wan Orhan jikar avêtine.

Evuqatê malbata Îpek, îlyas Tarim da zanîn, di 22ê îlonê de hin delîlên nû di dosyeyê de zêde kirine ku di wir de bi hin delîlên ku ji mala Musa Orhan hatine berevkirin, tespît bûye ku Musa Orhan destdirêja Îpekê kirîye. ''Ev delîl jî, nîşan dide ku Musa Orhan derewan dike jiber ku di îfadeya xwe de gotibû dest nedaye Îpekê."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Amedê - 18 10 2020