Cîhan di Salvegera 10'an ya Jenosîda Dijî Ezdîyan de Kiryarên DAIŞ'ê Şermezar Dike

Roja 3'ê meha Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrîş anî bûn ser bajarê Şengalê û gundewarên wê, yên ku piraniya xelkê wê ji civaka Êzidî ne, di êrîşa çekdarên DAIŞ de bo ser herêmê bi hezaran kes hatin kuş, jin, kal û zaro hatin revandin û bi sedan zilamên êzidiyan di gurên komî de hatin binaxkirin.

Piştî derbasbûna 10 salan bi ser komkujiyê de hêjî bi sedan keç û jinên Êzidî windane û çarenivîsa bi hezaran kesan nediyare.

Deh salan piştî êrîşa DAIŞê, li herêma Şengalê, li civaka ku zêdetirî 400,000 kesin, kuştin, koçberkirin, girtina jin, keç, zarokan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve pêkhat.

Komîsyona Lêkolînê ya Netewên Yekbûyî li Sûriyê di salvegerê de daxuyaniyek da û daxwaza edaletê dike.

Komisyona NY dibêje, kesên rizgarbûyî û qurbaniyên jenosîd û tawanên DAIŞê, herwiha jin û zarokên ku bi awayekî neqanûnî li bakur-rojhilatê Sûriyê tenê ji ber tevlîbûna DAIŞê hatine girtin, divê bên berdan û vegerin cihekî ku tê de bikarin piştgiriya wan bikin da ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Serokê komîsyonê Paulo Pinheiro got "Trajediya êzîdiyan berdewam e û bi bîr tîne ku endamên biyanî yên ku li bakur-rojhilatê Sûriyê hatine girtin divê bên vegerandin û li dadgehên niştimanî yên wan welatan bên dadgehkirin."

Îraq dibêje "Nûneratiyên wan yên dîplomasî li Enqere, New Delhi, Cedda, Dublîn û Ebû Dabî Salvegera 10an ya Qirkirina Êzidiyan a ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ve hatiye kirin, bi bîr anîn. Di vê helkeftê de axaftin hatin kirin û tawanên wê rêxistina terorîst li dijî Êzidiyan û pêkhateyên resen ên iraqî hatin bibîranîn."

Balyozê Komara Iraqê li Enqereyê Majid El Laçmawî, ev kiryarên hovane wek yek ji tawanên herî mezin ku cîhanê heta niha hatine kirin bi nav kir, amaje bi tedbîrên hikûmetê ji bo dabînkirina edaletê ji welatiyên êzîdî re kir, ji wan jî çalakkirina rizgarbûyên ji destê DAIŞê vegera Êzidiyan ya ser mal û warên wan.

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Delhî Nizar Mercan "behsa qurbanîdana artêşa Iraqê û hemû pêkhateyên hêzên me yên ewlehiyê yên ji bo rizgarkirina welatê me ji destê terorîstên DAIŞê kir û her wiha ew tawanên han bi bîr anîn."

Di heman çarçoveyê de Konsulê Giştî yê Îraqê li Cedde Mihemed Semîr teqez kir ku ev tawan dê ji bo nifşên paşerojê û cîhanê bibin şahidê kiryarên hovane yên komên terorîst.

Her wiha Balyozxaneya Komara Iraqê ya li Dublînê bi vê minasebetê standeke hevgirtinê li dar xist.

Her wiha Balyozxaneya Iraqê li Ebû Dabî salvegera jenosîda êzdiyan ya di 3ê Tebaxa 2024an de bi bîr anî. bal kişand ser tedbîrên hikûmetê yên ji bo dîtina jinên Êzidî yên winda û vegerandina mafên wan.

Hefteya borî Wezîrê Derve yê Amerîka li Washington li bîranan 10an ya salvegera Komkujiya Şengalê pêşwazî li Nûnerên Civaka Êzidî li Amerîka kir û guh da daxwaz û xemên civaka Êzidî.

Li Ermenestan, Îraq, Sûriya û Herêma Kurdistanê jî çalakiyên pirrengî li bîranîna 10an ya Komkujiya Êzidiyan hatin kirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku li gelek welat û herêman li cîhanê di salvegera 10an ya jenosîda li dij Êzidiyan bi destên DAIŞê hate şermezar kirin û daxwaz hatin kirin ku tawankarên DAIŞê divê bigehin sizayên xwe û qurbaniyên Jenosîdê werin piştevanî kirin.