Di salvegera dehan ya Qirkirina Şengalê de hîn bi seda keç û jinên Ezdî, ku ji hêla DAIŞê ve hatibûn revandin û li bazaran weke kole hatibûn firotin, hinda ne û di demên dawî de çend raport derketibûn ku hin ji wana li Tirkîyê ne.
Di dema êrîşan de nêzî 3 hezar Ezdî hatibûn Tirkîyê û li kampa Amedê ku ji alîyê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hatibûn avakirin, du sal man. Lê, piştî ku hikûmetê dest da ser şaredarîyên Kurdan, kampa Ezdîyan jî hate girtin û nêzî 1200 Ezdî ji kampa Mîdyatê re hatin şandin.
Rojnamevana lêkolîner Hale Gonultaş, ku ji wê demê vir ve lêkolînên taybet çêkir li ser Ezdîyan çêkirine, dibêje ku hin bi sedan jin û zarok hinda ne.
“Heta niha pirtir ji 3.600 jin û zarokên Ezdî li ku ne, çi hatîye serê wan ne dîyar e.
Gelek endamên DAIŞ’ê li ser sînorên Sûrîye û Îraqê re derbazî Tirkîyê bûn û bi xwe re gelek jin û zarokên Ezdî anîn. Li Tirkîyê bi îfade û nasnameyên derewîn, ji alîyê Desteya Koçberîyê ve wek koçber hatin tomar kirin. Bi rastî desthilatîyê jî bi zanetî cî ji wan re vekir. Heta niha jî li gelek bajarên Tirkîyê jin û zarokên Ezdî ku DAIŞ’ê anîne, li Tirkîyê hinda ne.”
Li gor tesbîtên Gonultaş, di operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, ev jin bi gelemperî wekî hevjîna duyê an sêyê tên zanîn û nasnameya wan ya Ezdî tên veşartin.
“Ev rastîyekek e ku DAIŞ jin û zarokên Ezdîyan wek destketîyê (ganîmetê) şer dibîne. Wateya wê jî ew e ku li ser bedana van jin û zarokan kirina her tiştî jibo xwe pêdivî dibînin. Em dizanin ku gelek mîlîtanên DAIŞ’ê li Tirkîyê ne. Wezareta Navxweyî pir caran dîyar dike ku ew li ser DAIŞ’ê operasyonan çêdikin, lê pirsa girîng ew e ku çima heta niha jin û zarokên Ezdî di destê wan de nayên rizgar kirin?”
Gonultaş bi bîr tine ku di nava civaka Êzdî de cudabîrî hene ku çawa reftar bi zarokên ku ji zilamên DAIŞê çêbûne, were kirin.
“Gelek jinên Ezdî yên revandî di encama destdirêjîya mîlîtanên DAIŞ’ê de bûn dayikên zarokan. Dayik naxwazin ji zarokên xwe veqetin, heke bi zarokên xwe ve vegerin malbatan xwe, ew nayên qebûl kirin. Loma jî ew jinên ku hatine revandin naxwazin ku nasnameya wan were eşkere kirin.”
Cîgirê Hevserokê Komîsyona Gel û Bawerîyan yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Mahfuz Guleryuz bi bîr tîne ku li ser Ezdîyan 74 car in ku komkujî pek hatine.
“Çeteyên DAIŞ’ê 10 sal berê li ser Ezdîyan komkujî pêk anî. Lê di nav van 10 salan de em dibînin ku ti gavên erênî ji alîyên hêzên navnetewî û herêmê ve nehatine avêtin. Di diroka Kurdistanê de berxwedana Ezdîyan berxwedaneke bêhempa ye. Jibo wê jî çareserkirina vê pirsgirekê êrka cîhanê ye û bi taybet jî berpirsîya Kurdan e.”