Rewşa Dersa Kurdî ya Hilbijêr li Tirkiye Çi Ye? 

Daxwaza Perrwerdeya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê

Li Tirkiye dersa zimanê Kurdî weke dersek hilbijêr e li dibistanan. Lê her salê jehmara mamosteyên kurdî ji dehî derbaz nabe.

Xwendekar dikarin di nav 4 û 22 meha Rebendanê de dersên bijartî hilbjiêrin.

Lê Sendikaya Perwerdehiyê daxuyaniyek belav kir ku di gelek dibistanan de di ciyê xwendekaran de rêvebiriya dibistanan dersan hildibjêrin li ser navê zarokan. Rêvebirê Sendikaya Perwerdehiyê Egitim Sen Fesîh Zîrek behsa rewşa dersa kurdî dike.

Fesîh Zîrek rêvebirê Sendikaya Perwerdehiyê "Egitim Sen" îdia dike ku di demên dawî de zarok tên mecbur kirin ku dersên olî li şûna dersa kurdî ya hilbjêr bixwînin.

Vê jî bixwîne: Li Kobanê Xewendin û Nivîsîna bi Zimanê Kurdî Geş Dibe
Vê jî bixwîne: Meclisa Tirkiyê Zimanê Kurdî Înkar Kir û HEZKURD li Dijî wê Derket
Vê jî bixwîne: Saziyek Nû ya Zimanê Kurdî li Stenbûl Tê Ragihandin

''Dibêjin an mamsote tuneye an hejmar têrî pola Kurdî nake hicetan didin pêş zarokan.'' Wî bal kiçand ser xetereya ku zarok êdî bi kurdî naxavinin.

''Asîmilasyona ser zimanê vegerîyaye xwepişaftinê, êdî zarok li kuçeyên Amedê kurdî pir kêm diaxivin, ne tenê li kuçê, heta di nav malbatên xwe de jî, bi hevalên xwe re jî êdî kurdî na axivin, Tirkî diaxivin û reşw xetere.

Ev jî weha dike ku her kes bo perwerdeya bi zimanê kurdî xwe berpûirsiyar ibîne û erka fêrbûna zimanê dayikê li ser milên her kesîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Amedê 17 01 2021