Zelenskyy Axaftina Scholz ya bi Putin re Rexne Dike

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku pêwendîya têlefonê ya Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz bi Serokê Rûsya Vladimir Putin "Qutîya Pandora" vekir.

Zelenskyy got ku ew axaftina telefonî hewilên tenêhiştina Vladimir Putin û dawîkirina şerê li Ukrayna ya bi "aştîyeke rewa" têk bir.

"Bi nêrîna min telefona Olaf Qutîya Pandora ye. Niha dibe ku axaftinên din, bangên din hebin. Ya ku Putin ji mêjve dixwest ev e: jibo wî pir girîng e ku îzolasyona ser xwe lawaz bike û danûstandinên normal bike," Zelenskyy got.

Kîev dibêje ku Rûsya ne amade ye bi nîyeta baş danûstandinan li ser qedandina şer bike. Kîev herwiha jibo agirbestekê garantîyên ewlehî yên hêzdar dixwaze ku Rûsya di siberojê de êrîşeke din pêk neyîne.

Zelenskyy bi domdarî got ku Moskow gelek caran danûstandin bi kar anîne ku berjewendîyên xwe ser pişta Ukraynayê pêş bixe.

Berlîn yek ji piştgirên herî xurt ya Ukrayna ye û piştî Washingtonê çekên herî zêde dane Kîevê.

Hikûmeta Almanî îro ragihandibû ku Scholz û Putin bi rêka telefonê nêzî saetekê axifîne û Scholz bang li Putin kiriye ku bi Kîevê re dest bi danûstandinên ser aştîyeke rewa û mayînde bike.

Hêkayî bîrxistinê ye ku Scholz û Putin herî dawî di Berfanbara 2022’yan bi awayekî rastexwe peyîvîbûn.

Jêder: Reuters