Jêderekî hikûmeta Almanya îro Înê ragihand ku serokwezîrê welêt Olaf Scholz û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê axifîne.
Wî jêderî dîyar kir ku axaftina her du rêberan bi qasî saetekê ajotoye.
Ew jêder dibêje ku Scholz bang li Putin kiriye ku bi Kîevê re dest bi danûstandinên ser aştîyeke adil û mayînde bike.
Scholz û Putin herî dawî Berfanbara 2022’yan bi awayekî rastexwe axifîbûn.
Jêderekî seroktîya Ukrayna jî dîyar kir ku serokê welêt Volodymyr Zelenskyy îro Îno Scholz hişyar kiriye ku bi Putin re neaxife.
Li gor wî jêderî, Zelenskyy gotiye ku axifîna bi Putin re wê îzolasyona wî kêm bike û ewê wisa şer bidomîne.
Rûsya Sibata 2022'yan dest bi Ukrayna kir û ji wê demê vir ve dewletên Rojavayî tevgerên Moskowê wek dagirkirin dibînin û dijî wê piştgirî didin Kîevê.
Jêder: Reuters