Xwepêşandanên Sûrîyê li Çend Bajaran Didomin

Di vê wêneya amatorî de xwenîşanderên li bajarê Darra hevalekî xwe ji erdê radikin.

Xwenîşanderên li seranser Sûrîyê ku tê de paytaxt Şam û bajare Daraa ya başûr jî hene, daxwaza pirtir azadî dikin, di xwepêşandanên girseyî yên Înîyê yên dijî rejîma Partîya Baas de.

Li bajarê Daraa’ya nêzîkî tixubê Urdunê bi sedan kes rêdeçûnek kir, bi gotina sazkerên xwepêşandanê, di “Roja Rûmetê” de.

Raportên medyayî dibêjin, li kolanan hebûneke berbiçav yên hêzên ewlekarîyê tunebû ku di xwepêşandanên hefteya borî de bi kêmî ve 15 kes hatibûn kuştin.

Herî kêm 200 kes piştî nimêja Înîyê li paytaxt Şam derketin kolanan da ku piştgirîya gelê Daraa’yê bikin.

Ajansa Reuters radigîhîne bi dehan kes hatine desteser kirin.

Hikûmeta Sûrîyê roja Pêncşemê dîyar kir ku ew dê xebatê bike ku wekî beşek ji reforman, dawî li rewşa awarte ya dûr û dirêj bîne.

Xwenîşanderên Sûrî daxwaz ji Serok Beşar Esad dikin ku xencî rakirina rewşa awarte, her wiha girtîyên sîyasî jî azad bike û rê bide azadîya ramanê jî.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka got, ew eciqandina hovane ya xwepêşandanan şermezar dike û bang li karbidestan dike ku rêzê li mafên gelê Sûrîyê bigire.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Robert Gates got, divê Sûrîye Misirê ji xwe re bike nimûne ku artêş rê dabû xwepêşandanên demokrasîxxaz.