Xwepêşandanên li Sûrîyê Didomin

Dîmenek ji xwepêşandanên vê dawîyê li Sûrîyê

Dîdevan û berevankarên mafê mirovan dibêjin polîsên Surî gule û gazên rondikrêj barandin ser bi hezaran xwepêşanderên li bajarê Dara ya başûra welêt.

Di êrîşê de 1 kes hate kuştin û xwenîşanderên hêrsbûyî navenda Partîya Baas jî nav de, jimareke avahîyên din yên hikûmetê şewitandin.

Li bajarê Dora ya li ser tixubê Urdunê ku xwedîyê 300.000 nîfûs e, ev sê rojên ser hevde ne ku xwepêşandan berdewam dikin.

Raportên medyayî radigîhînin di pevçûnên Yekşemê de bi kêmî ve 100 kes jiber gazên îsotê hatine birîndar kirin.

Di xwepêşandanên roja Înîyê de jî herî kêm 4 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Sûrîyê ve hatibûn kuştin.

Bi hezaran kes li pêş mizgefteke civîyan û daxwaza azad kirina girtîyên sîyasî, dad kirina kujêrên 4 xwenîşanderên kuştî, rakirina rewşa awartê ya 48 salî û her wiha pirtir azadî kirin.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad bi azad kirina girtîyan û ceza kirina karbidestên ku ji kuştinan berpirs xwest ku rewşa heyî kontrol bike.