10’ê Rêbendanê li Tirkîye weke 'Roja Rojnamevanên Xebatkar' tê pîroz kirin.
Li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS), li Tirkîye hejmara rojnamevanan ji 25 hezarî zêdetir e.
Lê, Şêwirmendê Serokomarîyê, Fuat Oktay du sal berê li ser pirsîyarnameyekê CHP’ê da zanîn hejmara rojnamevanên xwedîyê Karta Zer ku Serokomarî dide 15 hezar in.
Hejmara Rojnamevanan çend e?
Oktay da zanîn ku ji % 25’ê wan jî (ji çarî yek) jin in.
Hejmara rojnamevanên ku li ser înternetê xebata xwe didomînin ne di nav van reqaman de ne.
Li gor rapora Azadîya Ragihandinê ya Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), ji nav 180 welatan Tirkîye di rêza 153’an da bû.
Bi reqaman zextên li ser rojnamevanan
Li gorî Rapora Çavdêrîya Medyayê ya Komela Rojnamevanên Nûjen (ÇGD), di sala 2022an da li Tirkîye
- Hember rojnamevan an jî dezgehên ragihandinê 174 doz hatine vekirin
- 263 rojnamevan hatin dadgeh kirin
- Cezayê zindanê li 40 rojnamevanan hate birin
- Bi giştî 92 sal, 11 meh, 15 roj ceza û 317 hezar û 900 lîre cezayê pere hate birin
- Herî kêm 24 rojnamevan jî berat kirin
- Di nav salekê de 33 rojnamevan hatin girtin
- 72 rojnamevan hatin desteser kirin
61 rojnamevan dema dixebitîn, taybet di çalakîyên civakî de hatin asteng kirin, êrîş li ser wan hate kirin.
Televîzyonên opozîsyonê jî tên ceza kirin
Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) 13 televîzyon, 58 car ceza kirin, lê cezayên giran ji kanalên opozîsyonê re hatine birin.
5 televîzyonên opozîsyonê (Halk TV, Tele 1, Fox TV, KRT, Flash Haber) 54 caran hatin ceza kirin, reqama cezayê pere jî 17 mîlyon û 335 lîra bû.
Li 5 televîzyonên nêzî hikûmetê ne (A Haber, ATV, Beyaz TV, Ulke TV; Kanal 7), 4 car hatin ceza kirin û 1 mîlyon û 674 hezar lîra cezayê pere li wan hatine birîn.
Di 14’ê Cotmehê de li Parlamana Tirkîyê di qanûna Çapamenîyê de guhertin qebûl kir. Bi navê ‘Zagona Medya Civakî ‘’ lê bîragiştî vê qanûnê weke ‘Qanûna Sansurê’ bi nav dike.
Li gor vê qanûnê parvekirineke medya civakî dikare bibe sedema ji salek heta 3 salan cezayê zindanê. Herwiha gelek şertên giran tîne pêş weşana înternetê.
Rapora CHP’ê ya Azadîya Ramanê
Partîya Gel ya Komarî (CHP), wekî her sal, îsal jî li ser azadîya ramanê raporek amade kir.
Rapora ku Cîgirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan Sezgîn Tanrikulu amade kiriye, li ser azadîya ramanê agahîyên girîng dide.
Rapor dide zanîn ku li gor hejmara Sendîkaya Rojnamevanan (TGS) li Tirkîyê 43 rojnamevan girtî ne.
Lê, Komela Xebatên Medya û Hiqûqê jî dibêje ev hejmar 65 e.
Li gor raporê CHP’ê 2022’an:
- 65 rojnamevan dema li ser kar bûne, rastî êrîşan hatine.
- 52 rojnamevan, nivîskar û weşankar hatin ceza kirin.
- 37 rojnamevan hatin girtin.
- 95 rojnamevan hatin desteser kirin.
- 51 rojnamevan li wan doz hate vekirin.
- 2360 caran weşanên înternetê hatin asteng kirin.