Vahap Coşkun: Tirkîye û Amerîka Dixwazin Peywendîyên Xwe Bidomînin

Serokê Amerika Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di 14’ê mehê de li Brukselê civînekê li dar dixin.

Ev hevdîtin di bin sîya pirsgirêkên muşekên S400, polîtîqayên Tirkîyê li Behra Sipî, hevpeymanîya Amerika bi HSD’ê re li dar dikeve.

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê û şîrovekarê sîyasî li Amedê Vahap Coşkun behsa girîngîya vê kombûnê dike.

''Pirgirêka muşekên S 400, dûrketina Tirkîyê ji dewletên Ewrupî û NATO, herwiha hevpeymanîya di nav Amerîka û HSD’ê li Sûrîye mijarên serekî yên vê kombûnê ne. Lê Tirkîye hevpeymanîya Amerîka bi HSD’ê re ji pirgirêka muşekan mezintir dibîne. Jiber ku Mevlut Cavuşoglu û Hulusî Akar her carê vê yekê tînin ziman.''

Coşkun bi bîr dixe ku NATO, Amerîka, Yekîtîya Ewrupa ji Tirkîyê re dibêjin ku ew wek endama NATO tevnagere û ev pirsgirêk jî dê were nîqaş kirin.

Ew herwiha dîyar dike ku Amerîka û Tirkîye hevbendên salan in û her du dewlet jî naxwazin ev têkilî ji binî qut bibe.

''Her du alî jî hem li Rojhilata Navîn hem ji li Sûrîyê hewceyê hevdû ne û dixwazin peywendîyên xwe bidominin.''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_06_11_2021_VCoşkun_Biden_RTE