Hest û Helwest: Çekên Kurdên Sûriyê di Navbera Amerîka û Tirkiyê de

Newaf Xelîl û Kawa Azîzî

Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagon doh Duşemê got ku ew di çekdarkirina Kurdên Sûriyê de pêdaçûna hin guhertinan dike.

Berî wê, wezîrê derve yê Tirkiyê gotibû ku Trump roja Înê ji Erdogan re gotiye ku divê çek negihin destê YPG'ê.

Di derbarê telefona xwe ya li gel Trump de, serokê Tirkiyê Erdogan îro got, “ev cara yekê ye bo demeke dirêj ku em û Amerîka li ser pêleka bihêz hevbeş in.”

Amerîka di vê derbarê de ta kîjan astê dê daxwazên demdirêj ên Tirkiyê pêk bîne?

Eger Amerîka çekdarkirina Kurdên Sûriyê rawestîne, dê çarenûsa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çi be?

Amerîka çawa dikare bê hebûna hin hêzên hevalbend li ser erdê li Sûriyê bimîne û hêzên Kurdî çawa dikarin bê piştgiriya Amerîka hebûna xwe biparêzin?

Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan:

Kawa Azîzî, mamosteyê zanîngehê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Newaf Xelîl, rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 28_11_2017