Çavdêr: Êrîşên Amerîkî Dijî DAIŞ li Çolistana Sûrîyê Nîşana Hêzbûna Wê Rêxistinê Ye

Dîmeneke arşîvê ya firokên şer yên Amerîkî li esmanê Sûrîyê.

Leşkerîya Amerîkî vê hefteyê çend bingehên koma terorîst DAIŞ li Sûrîyê kir armanc. Pispor dibêjin ev yek nîşan e ku DAIŞ di demên dawî de hinek hêza xwe vegerandîye.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) roja Çarşemê ragihand ku hêzên Amerîkî hejmareke bingehên DAIŞ'ê li çolistana Sûrîyê kirine armanc.

"Di êrîşa roja Duşemê de dora 35 mîlîtanên DAIŞ’ê hatin kuştin ku di nav wan de rêberên girîng hebûn," daxuyanîya CENTCOM'ê got.

Tevî têkçûna wê ya leşkerî di sala 2019’an de, koma DAIŞ hîn jî êrîşan bi rîya şaneyên xwe yên razayî li seranserê Îraq û Sûrîyê dike. Di mehên dawî de, mîlîtanên ser bi DAIŞ’ê ve li deverên bin kontrola hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esad çalak bûne.

Li Çolistana Sûrî, ku wekî Badîye tê zanîn, di demên dawî de gelek bûyerên tundûtûjîyê ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê ve çêbûne.

Li gor Gregory Waters, lêkolera navenda Counter Extremism Project ku çalakîyên DAIŞê li Sûrîyeya navîn dişopîne, dibêje ku çend sal in ku kampên perwerdeyê yên DAIŞ li çolistana Sûrî hene.

“Ew li van cîhan nifşê siberojê yê çekdaran perwerde dike, ku di nav de zarokên ji bakur û rojhilatê Sûrîyê hene. Çekdar piştî operasyonên xwe vedigerin van kampan. Tevî ku çolistana Sûrîyê li jêr kontrola Rûsya û rejîma Sûrî ye, DAIŞ pênasînê bi van xetan nake,” Waters ji Dengê Amerîka re got.

Wî herwiha da zanîn ku torên veşartî yên DAIŞ li çolistanê piştgirîyê didin torên li bakur û rojhilatê Sûrîyê çalak in. Bakur û Rojhilatê Sûrîyê li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e. Li wir, dora 900 leşkerên Amerîkî hene ku beşdarî hewlên têkbirina bermayên DAIŞ dibin.

“Gelek caran çekdar ji herêmekê derbazî herêma din dibin yan jibo pêkanîna êrîşan yan jî jibo reva jiber êrîşên dijî DAIŞ,” lêkoler Waters dîyar kir.

Colin Clarke, berpirsê lêkolînan li navenda Soufan, got ku êrîşên Amerîkî li çolistana Sûrîyê nîşan didin ku rêxistina terorîst hîn jî metirsîyê li Sûrîyê tîne holê.

“Herwiha, rejîma Sûrî ne karîn ne jî viyan heye ku rûbirûkirina DAIŞ’ê bike, loma Amerîka di hewlên xwe de hişyar maye da ku ew kom di rewşa berevanîyê bimîne,” Clarke ji Dengê Amerîka re got.

“Her gava ku rêxistineke terorîst wekî DAIŞ ku xwedî rekoreke berçav ya karîna plankirin û pêkanîna êrîşan e, di nav de jî operasyonên derve li welatên Rojavayî, qet ne ramaneke baş e ku ne xembar bî. Êrîşên esmanî pêdivî ne jibo ku nehêlin DAIŞ xwe jinûve birêxistin bike, çi li Sûrîyê çi jî li deverên Afganistanê.” Clarke anî ziman.

Ebdulwehab Asî, lêkolerê Navenda Jusoor ya Lêkolînan, da zanîn ku êrîşên Amerîkî li Çolistana Sûrî herwiha peyameke siyasî bi xwe re anîn.

“Êrîşan peyamek şand ji Rûsya re, ku qaşo li vê deverê xwedî kontrol e, ku ew karekî baş nake jibo rûbirûkirina çalakîyên DAIŞ’ê li naverasta Sûrîyê,” Asî ji kanala Sûrîye TV ya opozisyonê re got.

Vê jî bixwîne: Serokwezîrê Îraqê Kuştina "Walîyê Îraqê" û Serkirdeyên Din Yên DAIŞê Radigihîne

Hefteya borî, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el-Sûdanî ragihand ku "walîyê Îraqê" yê DAIŞ û 8 komandarên din yên girîng di operasyoneke hevbeş ligel Amerîkayê de hatin kuştin.

CENTCOM di daxuyanîya xwe ya Çarşemê de got ku ewê ligel hevpar û hevalbendên xwe li herêmê “bi berdewamî karînên DAIŞ yên rêvebirinê lawaz bikin heta ku têkbirina wê ya domdar pêk were.”