Civata Nûneran ya Kongresê Pêşzagona Dijî Rejîma Sûrî Erê Kir

Avahîya Kongresa Amerîkî

Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkî roja Çarşemê bernivîsek erê kir ku armanca wê li dijî normalkirina peywendîyan ligel rejîma Sûrîyê ye.

Di dengdana ser vê bernivîsê de 389 endamên Civatê bi erê dengên xwe dan, hember 32 dengên na.

Bernivîsa bi navê ‘Qanûna Dijî Normalkirina ligel Rejîma Esed’ rê li ber hikûmeta Amerîkî digire ku peywendîyên xwe ligel hikûmeta Sûrîyê asayî bike madem ku Serokê Sûrî Beşar Esed di desthilatê de ye.

Ji sala 2011’an v edema ku şerê Sûrîyê destpê kir, hikûmeta Amerîkî peywendîyên xwe yên diplomatîk bi Sûrîyê re birîye û hejmareke berfireh ser rejîma Sûrî jiber tawanên dijî gelê Sûrîyê ferz kiriye.

Ev bernivîs cara pêşî di Gulana 2023’an de li Kongresê hate pêşkêş kirin. Ew wekî dirêjkirina Qanûna Caesar ya dijî Esed ya sala 2019’an tê dîtin.

Bernivîsa Kongresê herwiha danûstandina karbidestên hikûmeta Amerîka ligel hikûmeta Sûrî û bikaranîna diravên Amerîkî wekî alav jibo pênasînkirina rejîma Sûrîyê qedexe dike. Ji bilî van jî, ew siyasetekê datîne ku dijatîya hewldanên hikûmetên din bike ewên ku peywendîyan ligel rejîma Sûrî vedigerînin.

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed.

Tîma Xebatê ya Awarte jibo Sûrîyê (SETF), ku rêxistineke Sûrî-Amerîkî ye û bingeha wê li Washington e, ragihand ku ev bernivîs piştî xebata du salan derket holê.

Mouaz Mustafa, rêvebirê SETF, got ku erêkirina vê bernivîsê destkefteke mezin jibo gelê Sûrîyê ye.

“Em serbilind in ku qanûnekê bibin ku rejîma Esed û kesên peywendîyan pê re normal dikin berpirs dibîne. Em qanûn rê li ber ti hewldanên mirovahî nagire. Bi rastî, ew piştrast dike ku alîkarî bigihêje sivîlan, li şûna ku bigihêje rejîma Esed ya ku xelkê bêsûc bombebaran dike,” Mustafa di daxuyanîyekê de got.

Kongresmanê Demokrat Brendan Boyle.

Brendan Boyle, endamê Demokrat yê Kongresê, yek ji sponsorên vê bernivîsê bû. Wî got ku Amerîka bi vê dengdanê peyameke zelal şand ji Esed û piştgirên wî re.

“Nabe ku qet sedemek hebe ku normalkirina peywendîyan ligel hikûmetekê ku berpirsa kuştina bêtirî 600 hezar mêr, jin û zarokan e, were qebûlkirin, ” Boyle di daxuyanîyekê de dîyar kir.

Heta ku ev bernisîv bibe qanûneke karîger, divê ku pêşî li Civata Senatoyê ya Kongresê jî were erêkirin berî ku here ber destê Serokê Amerîka jibo îmzeya wî.