Amerîka Balona Sîxuriyê ya Çînî Xist û Beijin Hêrs Dibe

Amerîka Balona Berguman ya Sîxuriyê Dixe

Rêveberiya Joe Biden pesna Pentagonê da ku roja Şemiyê balona sîxuriyê ya Çînî li peravên Atlantîk xist xwarê, lê Çînê bi hêrs "nerazîbûna xwe ya tund" li ser vê tevgerê anî ziman û got renge ew "bersivên pêwîst" bide.

Berpirsên Pentagonê got, balon çend rojan li ser Amerîkaya Bakur firiya berî ku li peravên başûrê rojhilatê wîlayeta Karolînaya Başûr bi mûşekeke ji firokeke F-22 were armanckirin û bikeve nav avê bi kûrahiya 14 metreyan.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ev operasyon wek "çalakiyeke bi mebest û rewa" bi nav kir ku wek bersivekê li hemberî "binpêkirina nayê pejirandin ya serweriya me" hat.

Lê wezareta derve ya Çînê di daxuyaniyekê de sibeha Yekşemê ev kiryara Amerîka şermezar kir û got ku xistina balona "sivîl" "bi aşkere bertekeke zêde ye û bi giranî pîvanên navnetewî binpê dike."

Berpirsekî berevaniyê yê radebilind ji rojnamevanan re got, roja Şemiyê piştî nîvro yekem şansê artêşê bû ku balonê bixin "bi awayekî ku gefê li ewlekariya Amerîkîyan neke" û di heman demê de rê dide berpirsan ku bermayên ketî ji avên Amerîkî kom bikin.

Di vîdyoya şahidan de ku li ser medya civakî hate belavkirin, balon di pufeke spî de ji hev belav dibe berî ku bermayên wê ber bi Oqyanosa Atlantîk ve bikevin xwarê.

Bikarhênera Twitterê Haley Walsh nivîsand ku wê "teqîn bihîst û hesr pê kir" li Myrtle Beach, ku bajarokekî havîngeheke navdar e li Karolînaya Başûr.

Serokê Amerîka Joe Biden, ku roja Şemiyê berê soza xistina balonê dabû, pîrozbahî li firokvanên operasyonê kir.

Biden ji rojnamevanan re li Marylandê got: "Wan ew bi awayekî serketî hilanîn. Û ez dixwazim pesna firovanên me bidim. "

Çavkanî: AFP