Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Balona Wê ya li Esmanê Amerîka ji Rêka Xwe Derketiye


Çînê ragihnd ku balona wê ya li esmanê Amerîka difire baloneke meteorojîk e û bo hin karên din yên zanistî tê xebitandin.

Wezareta Derve ya Çînê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew bi Amerîka re ser balonê danûstandinê dikin.

‘’Balon ya Çînê û ew bo karên sîvîl, meteorolojîk û mijarên din yên zanistî tê şixulandin. Balon jiber bayên rojavayî ji rêka xwe ya plankirî derketiye," ’’ Wezareta Derve ya Çînê got.

Wezaretê herwiha got ku Çîn jiber derbazbûna balonê ya nav esmana Amerîkî xemgîn e û ewê ser vê qezayê danûstandinên bi Amerîka re bidomîne.

Çaverê bû Wezîrê Derve yê Amerîka di 5-6’ê Sibatê de serdana Çînê bikira, lê wî ew serdan paşve xist.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku balon bo welatîyan ti metirsîyan çênake û li ber e ku ew çend rojên din jî li esmanê Amerîka be.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG