Amerîka û Hevbendên Wê Givaştina Toleyan Ser Rûsyayê Zêde Dikin

UKRAINE-CRISIS/NATO-USA

Amerîka û hevalbendên wê îro Çarşemê givaştina toleyan ser Rûsyayê zêde kir piştî ku Moskowê hêzên leşkerî şand herêmên cudaxwaz li rojhilata Ukraynayê.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss îro Çarşemê bêtir toleyên dijî Rûsyayê ragihand û got ku welatê wê nema rê bide Rûsyayê ku deynê serwerîyê li Londonê bifiroşe.

“Me pir zelal kiriye ku emê giheştina Rûsya bo bazarên Brîtanî sînordar bikin. Emê rê li ber hikûmeta Rûsyayê bigirin ku deynê serwerî li Brîtanyayê bide hev,” Truss ji televîzyona Sky News re got.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss û hevtayê wê yê Ukraynî Dmytro Kuleba

Brîtanya do Sêşemê tole danî ser sê mîlyardêrên Rûs ku ji nêzîk ve peywendîya ligel Putin heye û herwiha dijî pênc bankên biçûk ku di nav de Promsvyazbank jî heye.

Lê, wekî hevalbendên din yên Washington, London dibêje ku bêtir tole dê were ferz kirin eger Rûsya dagîrkirineke berfireh dijî Ukraynayê destpê bike.

“Ger dagîrkirineke berfireh li Ukraynayê hebe, wê toleyên tundtir jî li ser olîgark û rêxistinên girîng li Rûsyayê hebin ku wê giheştina Rûsyayê bo bazarên darayî sînordar bike ,” Truss got.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov roja Sêşemê danîna toleyan red kir.

“Hevkarên me yên Ewrupî, Amerîkî û Brîtanî dê ranewestin û rehet nebin heta ku hemû pêkanên cezakirina Rûsyayê bi kar bînin,” Lavrov got.

Hevdem, artêşa Ukraynî ragihand ku di encama topbarana berdewam ya cudaxwazên ser bi Rûsyayê ve de, leşkerekî wê bi bombeyên hawan û sîstema mûşekên Grad hate kuştin û şeş leşker jî birîndar bûn.

Li gor karbidestên Amerîkî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bêtirî 150,000 leşker nêzîk sînorê Ukraynayê kom kirine û fermanek jibo şandina hêzan bo Donetsk û Luhanskê jibo “parastina aştîyê.” Amerîka dibêje ev behane bê wate ye.

Putin roja Duşemê pênasîn bi her du herêmên li devera Donbas ya rojhilata Ukraynayê wekî du komarên serbixwe kiribû. Ew biryar xembarîya welatên Rojavayî zêde kiribû ku Rûsya wê êdî dagirkirineke berfireh li nava Ukraynayê pêk bîne.

Amerîka, Yekîtîya Ewrupa, Brîtanya, Australya, Kanada û Japonyayê, bi planên armanckirina bank û kesên payebilind yên Rûs bersîvdana dane. Almanya jî projeyeke borîya veguhestina gazê ji Rûsyayê cemidandiye.