Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Ewê bi Lavrov re Necive


Blinken û Lavrov, 2021
Blinken û Lavrov, 2021

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken civîna bi hemtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re betal kiriye.

Blinken û Lavrov dê roja Pêncşemê bicivîyana, lê jiber ku Rûsya du herêmên li rojhilata Ukrayna wek welatên serbixwe nas kir, rewş guherî.

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken da zanîn ku wî bi Lavrov re bi şertê ku Rûsya, Ukraynayê dagir nekir kombûn pejirandiye.

Blinken piştî li Washingtonê bi hemtayê xwe yê Ukraynayî Dmytro Kuleba re civîya, di preskonferanseke hevbeş de ser kombûna bi Lavrov re peyivî.

Wî dîyar kir ku Rûsya dîplomasî bi temamî red kiriye, dagirtinê destpê kiriye û da zanîn ku di vê rewşê de hevdîtinekê bi Lavrov re bêwate ye.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku ger helwesta Moskowê biguhere ew hîn jî bo dîplomasîyê hazir in û got bo ew rê li ber êrîşa dijî Kîevê bigirin çi ji dest wan were ewê bikin.

XS
SM
MD
LG