Tîmeke UNICEF Serdana Zarokên Zindana Hesekê Dike

Tîmeke ajansa zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) do Şemîyê serdana zindana Giwêran li bajarê Hesekê kir, cihê ku tê de şerekî giran di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞ’ê de ser dirêjahîya 10 rojan qewimîbû.

UNICEF îro Yekşemê ragihand ku tîma wê serdana hinek zarok li nav zindana Hesekê kir û dît ku ew di rewşeke xirab de dijîn û herwiha dîdevanên tundûtûjîya meha borî li nav zindanê û derdora wê bûn.

Ev serdan hat du rojan piştî ku rêberê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm el Haşimî el Qureyşî di êrîşeke Amerîkî de ser mala xwe li bakur û rojavayê Sûrîyê hate kuştin. Serokê Amerîkî Joe Biden got ku el Qureyşî berpirsê êrîşa ser zindana Giwêran bû.

Bêtirî 3,000 girtîyên DAIŞ’ê di zindana Hesekê de ne ku dora 600 ji wan zarok in.

Bo Viktor Nylund, nûnerê UNICEF'ê li Sûrîyê, got ku “tevî ku niha hinek xizmetên serekî hene, rewşa van zarokan hîn jî ne ewle ye.”

HSD jî serdana UNICEF’ê ya zindana Hesekê piştrast kir.

Ferhad Şamî, berpirsê ofîsa ragihandinê ya HSD’ê, li ser Twitter’ê got ku ji dema êrîşên meha borî ve, UNICEF rêxistina yekê ye derbazî nav zindanê dibe.

“Serbazên HSD’ê agahî derbarê encamên êrîşa terorîst ya dawî dan delegasyonê,” Şamî bi berdewamî got.