Bandora Krîza Ukrayna li Sîyasetên Civaka Navnetewî

Êrîşa Rûsya li dijî Ukraynayê cîhan bi tevahî hejand û hîşt ku gelek welat, di nav de jî welatên cîranên Rûsyayê li siyasetên xwe yên berevanîyê vegerin û guhertinan tê de bikin.

Welatên Ewrupî yên ku ji dema şerê cîhanî yê duyem ve rastî krîzeke wiha mezin nebûne, niha dixwazin hin pîvanan deynin da ku karibin bo dema dirêj êdî pala xwe nedin ser gaz û nifta Rûsyayê.

Hinek ji wan di warê leşkerî û xweparastinê de hîn dûrtir çûn û niha dixwazin tevlî hevalbendiya NATOyê bibin, ji wan jî Swêd û Finlendayê.

Rûsya ya ku êrîşên xwe li Ukraynayê wek operasyoenke taybet bi nav dike, dibêje ew “naxwaze şerekî li Ewrupayê bike, lê welatên Rojava dixwazin Rûsya di helmeta xwe ya leşkerî de li Ukraynayê têk biçe.”

Êrîşên Rûsyayê çawa cîhan guherand û pêşbîniya çi dibe di vê derbarê de?

Bernameya Hello Waşinton bi beşdarbûna du mêvanan vê mijarê şîrove dike:

Dr. Mehmûd Ebbas, şîrovekarê siyasî ku li wîlayeta Texasê dimîne û Salih Kobanî, nivîskar û rojnamevan ku li Swêd dimîne.

Ebbas dibêje Amerîka dê ”piştgiriya Ukraynayê bike ta wê radeya ku Rûsya li wir bi ser nekeve. Em dibînin çawa Amerîka bi milyaran dolar alîkarî dide Ukraynayê û ev jî nêzîkbûneke stratejîk ya Amerîkayê ye.”

Ew dibêje, “Amerîka ne tenê li ser asta siyasî belê li ser asta leşkerî jî piştgiriyeke berçav dide Ukraynayê bi riya piştgiriya welatên NATOyê ku ew piştgiriya Ukraynayê bikin.”

Kobanî dibêje, “Rûsya nerazîbûna xwe ji derbasbûna Swêd û Finlendayê bo NATO nîşan dide û di pileya yekem de Finlenda ku em dizanin sînorê wê bi Rûsyayê re zêdetirî 1,300 KM heye.”

Ew dibêje,”Rûsya naxwaze ev herdu welat derbasî NATOyê bin lê argumenta alîyên ku dixwazin ev herdu welat derbasî nav NATOyê bin ew e ku derrbasnebûna wan dê bihêle ku Rûsya li ser asta dîplomatîk de bi ser bikeve.”

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 5-13-2022