DEM Partî Dibêje Erkdarkirina Qayum li Colemêrgê Darbeya Dijî Vîna Gel E

Parlementerê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) yê Colemêrgê Onur Duşunmez dibêje ku erkdarkirina walî li şûna şaredar Mehmet Siddik Akiş fermana sîyasî ya deshilatdarîya Tirkîyê yê.

Duşunmez got ku berxwedana dijî vê biryarê mafê wan e.

“Ev biryareke sîyasî ye, ne hiqûqî, ne exlaqî, ne jî mirovahî ye, hemberî vê biryara sîyasî berxedan mafê me ye,“ Duşunmez ji Dengê Amerîka re got.

Şaredarê Colemêrgê Akiş îro sibê ji hêla hêzên ewlekarîyê ve li Wanê hat desteser kirin.

Piştre Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi daxuyanîyeke ragihand ku di derbarê Akiş de, bi îdiayên “rêvebirina rêxistinê” , “endamtîya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” li Dadgeha Cezayê Giran ya Colemêrgê dozek didome.

Wezaretê eşkere kir ku Akiş jiber lêpirsîneke nû ya bi bi îdiaya “endamtîya rêxistinê” hatiye desteser kirin û herwiha ji şaredarîyê hatiye dûr xistin.

Akiş di hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê de ji DEM Partîyê bi rêjeya ji sedî 48.92 wek hevşaredar hatibû hilbijartin.

Lê, li şûna Akiş îro wezareta navxweyî walîyê Çolemergê Alî Çelîk weke qayum erkdar kir.

Parlementer Duşunmez ragihand ku di seatên ku Akiş hatiye desteser kirin de, polîsan avahîya şaredarîyê dorpeç kiriye û ketina nava şaredarîyê qedexe kiriye.

Duşunmez bal kişand ku walî Çelîk dest bi erka qayumtî kiriye û wî berî hilbijartinên 31’ê Adarê jî nêzî saleke jixwe qayumtî kiribû.

“Hevşaredarê me Akış heftaya borî bi preskonferanseke qendelîyên dema qayum Alî Çelîk dîyar kir ku wî çawa Çolemerg talan kirîye, çiqas deyn hiştîye. Aniha wek xelat dîsa hat erkdar kirin ku heman tiştan bike.“

Duşunmez ku parêzere jî bertek ji daxuyanîya wezareta navxweyî re nîşan da da û got ku rûniştina 61’an ya ew doza dijî Akiş ku tê bahs kirin wê 5’ê Hezîranê de bihata kirin.

“Baldar e ku tenê 2 roj berê, hevşaredarê me Akiş bi îdayeke nû ya bê bingeh hat desteser kirin. Li gor me ev fermaneke hikûmetê ya sîyasî ye ku ji dadwerîyê re dibêje sedemeke çêbike û Akiş di 5’ê Hezîranê ceza bike, yan bişîne girtîgehê ku ev karibe dizîna vîna gelê Çolemegê bidomîne. “ Duşunmez got.

Your browser doesn’t support HTML5

Onur Dusunmez.mp3

Hevseroka DEM Partî ya Çolemegê Humeyra Armut jî got ku ji 2016’an ve hikûmetê dest danîb û ser vîna gel, lê mîna her carî gel di 31’ê Adarê de carek din bîryara xwe nîşan da ku wê sere xwe ber sîyaseta qayum netewîne.

“Emê dijî vê darbeyê bê deng nemînin. Walîtîyê jibo 10 rojan hemû çalakî qedexe kirin. Hezên ewlekarîyê gelek qad û kolan dorpeç kirine.Lê, em ji serê sibehê ve di nava gel de ne.Emê di çarçevoya biryarên partîya xwe de hemû çalakîyan bikin, biryara walîtîyê jibo me bê wate ye, “ Armut ji Dengê Amerîka re got.

Armut herwiha dîyar kir ku rûniştvanên Çolemergê jiber erkdarkirina qayum pir bi hers in, lê biryarder in ku wê paşve gav neavêjin û beravanîya mafê xwe yê berbijarîyê bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Humeyra Armut.mp3

Azad Ozer ku parêzerê şaredar Akış e da zanîn ku dozgerîyê li ser lêpirsînê biryara nepenîtiyê girtîye, loma jibo niha îdiayên dijî wî ne dîyar in.

“Tê dîtin ku lêpirsîn bi temamî bi nepenî tê rêve birin. Em negihiştin ti agahîyan û ji me re hate gotin ku lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin, “Ozer Dengê Amerîka re got.

Parêzer Ozer herwiha dîyar kir ku polîsan li mala Akiş û li şaredarîya Colemergê lêgerîn kirine û wek delîl dest danîne ser jimareke pirtûkan ku di navde ya bi navê ‘Seher’ jî heye ku hevserokê berê yên yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş nivîsîbû.

Your browser doesn’t support HTML5

Azad Ozer.mp3

Hêjayî gotinê ye ku piştî biryara erkadarkirina qayumê li şaredarîya Colemergê, DEM Partî civîneke awarte li dar xist û biryara pêkanîna çalakîyên bê navber ragihand.

Li Amed, Wan, Mêrdîn, Batman, Enqere, Stenbol û li hin bajarên din çalakîyên dijî erkdarkirina qayum didomin.