Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezarate Navxweyî ya Tirkîyê Dest Danî Ser Bajarvanîya Colemêrgê


Îro Duşemê Wêzareta Navxweyî ya Tirkîyê bi îdîaya “rêvebir û endamtîya rêxistina çekdarî” hevbajarvanê Colemêrgê (Hekarî) Mehmet Siddik Akiş, ji pêyvirê hilda û şûna wî wek qayum, Walîyê Hekarîyê Alî Çelîk erkdar kir.

Serê sibê hêzên ewlekarîyê derdorê bajarvanîya Colemêrgê dorpêç kiribûn û pişt re jî di hindirê avahî da lêgerîn dabûn destpê kirin.

Hevbajarvanê Colemêrgê Akiş jî di encama serde girtina malê de li Wanê desteser kirin.

Wezaretê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Akiş ji ber berdevamkirina doza derheqa wî ya 2014’an de û desteserkirina wî ya herî dawî ew ji peyvîrê hildane û li şûna wî qayum dîyar kirîne.

Lê parêzerê Akiş, Azad Ozer dibêje ku derbarê desteserkirina wî de ti agahî tune jiber ku li ser dosya wî bîryara nepenîyê heye.

“Derheqa Akiş de dozek nû hatiye vekirin, lê em naveroka wê nizanin. Jiber ku lêpirsîn veşartî tê rêvebirin, agahî nadin me. Dîyare ku polîs û dozger ve yêkê bi hevra dikin û ti agahî nadin me. Polîsan niha Akiş tînin Colemêrgê.”

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partîyê) Tûlay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan bi daxuyanîyekê nivîskî bertek nîşandan.

Bakirhan got: "AKP-MHPê îradeya gel qebûl nekir û bi destên dadgeh û polîsan li hemberî nûnerên rewa û demokratîk ên gel dest bi neqanûnî kir. Girtina Hevbajarvanê Colemêrgê bê hiqûqî ye. Em vê feraseta darbeyan, qayuman û dijminahîya Kurdan red dikin. Em tu carî îradeya xwe kesê nadin xwarin. Em dibêjin êdî bes e. Em bang dikin ku divê dest ji kiryarên neqanûnî yên ku dê bibe sedema xirabkirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê berdin. Em bang li hemû derdorên demokratîk, şoreşger û aşitîxwaz dikin ku li hemberî vê destdirêjiyê, li gel Hakkariyê bibin yek û berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin".

Hatimogullari jî got ku “Desthilata ku di sindoqê de têk çûyî, dîsa hewil dide îradeya gel bidize. Em çî carî li hember vê yêkê serê xwe natawînin. Em bang li hemû kesên ku ji bo demokrasiyê tedikoşin dikin ku bila li hember vê hişmendîyê sekna xwe nîşan bidin.”

Piştî dîyarkirina qayum Walîtîya Colemêrgê bo 10 rojan hemî çalakî û xwepêşandan qedexe kirin.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de berbijarên DEM Partîyê Mehmet Siddik Akiş û Vîyan Tekçe bi 48 ji sedî deng wergirtbûn û bûbûn hevbajarvanên Colemêrgê.

Hêjayî gotinê ye ku piştî hilbijartinên 2014’an û 2019’an jî kayum hatibû dîyar kirin. Bi vê yêkê ev bû cara 3’yê ku li şûna sîyasetvanên DEM Partîyku ev partî berdevamîya HDP’ê tê zanîn, qayum tên tayîn kirin.

XS
SM
MD
LG