Vedat Aydin yek ji endamên damezrîner yê Komeleya Mafên Mirov bû. Ew berî 32 salan hate kuştin û wê çaxê serokê şaxa Amedê ya Partîya Keda Gel (HEP) bû.
Di 5’ê Tîrmeha 1991’an de, hin kesên ku xwe weke polîsê sîyasî dan naskirin, jibo îfadeyê jê bigrin, Vedat Aydin ji mala wî birin qereqolê, lê Emnîyeta Amedê qebûl nekir ku wan desteser kiriye.
Di 7’ê mehê de li navçeya Madenê, termê Vedat Aydin hate dîtin. Nîşanên îşkenceke giran li ser laşê wî hebûn.
Di 10’ê Tîrmehê de jî cenazeyê Aydin anîn Amedê û bi hezaran Kurd çûn pêşwazîyê. Dema cenaze birin ‘Goristana Deriyê Mêrdînê’ bi dehan kesên ku bi mask bûn, li ser cenaze û girseyê gule barandin. Di encamê de heşt kes hatin kuştin. Parlamenterên HEPê û rojnameger jî jî di nav de bi sedan kes jî birîndar bûn.
Piştî Vedat Aydin, kuştina mirovên sivîl li bajarên Kurdan destpê kir. Komeleya Mafên Mirov dibêje ku di salên 90’î da bi dehan hezar Kurd bi destê rêxistina tarî JİTEMê hatin kuştin, revandin û windakirin.
Bi salan şûnda îtirafkarek PKK’ê, Abdulkadir Aygan di daxuyaniyê xwe da îdia kir Vedat Aydin ji aliyê rêxtistina tarî ya kontrayî JİTEMê (Tîma îstixbarata Cenderme), bi destê tîma fermandarê JİTEMê Cem Ersever hatîye kuştin.
Dewlet hebûna JİTEMê qebûl nake, lê di gelek dozên sîyasî da navê JİTEMê derbas dibe û taybet ji kuştina bi hezaran Kurdan ev rêxitistina kontrayî tê sûcdarkirin.
Doza kuştina Vedat Aydin di sala 2021’an de ji ber dema dirêj hate girtin.
Malbatên ku xizmên wan di salên 90’î de hatin kuştin, an windakirin, ev bûye 752 hefte ne li Amedê, her rojên Şemiyê doza dîtin û cezakirina kujeran dikin. Ev malbat vê heftê jibo Vedat Aydin kombûn û jibo wî banga edaletê kirin.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan, Şaxa Amedê, Abdullah Zeytun di çalakiyê de li ser Aydin axivî:
"Fail nehatin dadkirin, şîdeta polîtîk, bi biryarên polîtîk yên dadê hin jî didome. Hê jî ser kuştina Aydin û yên wekî wî tê nuximandin. Aydin siyasetvanek wêrek, parêzvanek demokratik yê mafê mirovan bû. Ew yek ji pêşengên têkoşîna mafên mirovan bû. Emê doza wî li erdê nehêlin. Helbet dê rojek bê ku jiber van sûcên mezin hesabê bidin gelê Kurd."
Zeytun destnîşan kir ew dê têkoşîna xwe ya jibo cezakirina faîlan her bidomînin.
Hûn dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin
Your browser doesn’t support HTML5