Çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkîyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Yekşemê ji hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken re ragihandiye, ku Enqere rê nade tiştên ku wî weke gefên terorîstî li ser ewlekariya xwe û sivîlên Sûriyê binav dike.
Tirkîyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Heyet Tehrîr El Şam(HTŞ) li Sûriyê weke komên terorîst dibîne.
Fîdan di pêwendiyeke telefonî de ligel Blinken daxwaza pêşketina proseya siyasî ya di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de ji bo vegerandina aştiyê kir.
Çavkanî: Reuters