Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Rûsî Û Sûrî Bajarê Idlibê Bombebaran Dikin


Jêderên artêşa Sûrî got ku firokên Rûsî û Sûrî roja Yekşemê bajarê Idlibê yê di bin kontrola serhildayan de ye bombebaran kir, di roja duyem de ji bombebarankirina tund li bakurê Sûrîyayê bi armanca paşxistina çekdarên ku derbasî bajarê Helebê bûne.

Rûniştvanan got ku yek ji êrîşan li navçeyeke niştecihbûnê ya qelebalix li navenda Idlibê, ku mezintirîn bajarê serhildayan e li nêzîkî sînorê Tirkîyê, û dora çar milyon kes li wir di çadir û xaniyan de dijîn.

Li gorî hêzên rizgarker ên li cihê bûyerê herî kêm 4 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Artêşa Sûriyê û hevalbenda wê Rûsya dibêjin ku ew veşartgehên komên serhildêr dikin armanc û êrîşa li ser sivîlan red dikin.

Roja Şemiyê, firokeyên Rûsî û Sûrî bajarokên din li parêzgeha Idlibê bombebaran kirin, yên ku bi temamî ketibûn bin kontrola serhildayan di êrîşa naşkave ya serhildayan de bi salan di şerekî navxweyî de, ku xetên pêşîn bi piranî ji sala 2020an ve sarbûn.

Serhildêr şeva Înê derbasî bajarê Helebê, li rojhilatê parêzgeha Idlibê bûn, û artêş neçar kir ku vekişe, di mezintirîn dijwarîya serok Beşar el-Esed di salên dawî de.

Artêşa Sûriyê ragihand ku di êrîşê de bi dehan leşkerên wê hatine kuştin.

Roja Yekşemê, artêşê got ku wê çend bajarokên ku di rojên dawî de ji alîyê serhildayan ve hatibûn kontrolkirin vegerandin.

Serhildêr hevbendiyek ji komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin û Heyat Tehrîr el Şam, girûpeke îslamî ye ku hêza leşkerî ya herî bihêz a opozîsyonê ye.

Heyat Tahrîr El Şam ji aliyê Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, û dewletên din ve weke komeke terorîst hatiye binavkirin. Esed hevalbendê nêzîk ê Moskoyê ye.

Şerê ku bi sed hezaran mirov kuştin û bi mîlyonan kes jî koçber kirin, ji sala 2011’an ve bi awayekî fermî bidawî nebûye. Lê piraniya şerên mezin rawestiyan, piştî ku Îran û Rûsyayê alîkariya hikûmeta Esed kir ku piraniya erd û hemû bajarên mezin kontrol bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG