Hest û Helwest: Banga Tirkiyê bo Helwesteke Dijî Amerîka li Sûriyê

Kemal Sîdo û Mistefa Ozçelik

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro bang li NATO kir ku helwestekê diyar bikin, dijî Amerîka li dor plana dawî ya avakirinira hêzeke ewlekariyê bi serkirdayetiya hêzên Kurdên Sûriyê ku dê jimara wê 30 hezar serbaz be.

Erdogan di axaftina xwe ya îro Sêşemê de got ku:

“NATO, pêwîst e hûn helwestekê bidin dijî ewên ku zêdegaviyê dikin li sînorê endameke we.”

Erdogan Duşemê Amerîka bi avakirina ”artêşeka terorê” li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de tawanbar kiribû.

Tirkiyê hişdariyê dide ku ewê li dijî çekdarên Kurdên Sûriyê êrîşeke leşkerî pêk bîne.

Tirkiye ta kîjan astê dê li beramber vê yekê tund be?

Endamên NATO jibo razîkirina Tirkiyê, di vê derbarê de dikarin çi bikin?

Amerîka ta çi radeyê li dor danîna vê hêzê rijd e?

Bernameya Hest û Helwest, bi beşdarbûna du mêvanan, van pirsan şîrove dike: Mistefa Ozçelik, serokê partiya Azadiya Kurdistanê ku li Tirkiyê dimîne û Kemal Sîdo, rêvebirê nivîsîngeha Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên di bin Gefê de ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Kemal Sîdo û Mistefa Ozçelik 01-16-2018