Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28ê mijdara 2015an de li Amedê li ber minara çarling ya li nav surê piştî daxuyaniyek ku balê bikşîne ziyana şer li ser mirov û warên dîrokî, di nav pevçunek endamên PKKê û polîsan de hate kuştin.
Jibo bîranîna Elçi li Amedê li ciyê ku hate kuştin û li ser gora wî bernameyên yadkirinê hatin lidarxistin.
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin behsa doza Tahir Elçî kir û got ''Wusa xuya dike ev doz jî bi polîtîqayên bêceza bi encam dibe.''
Wî got ku,” ji roja Elçî hatiye kuştin heta îro pirsgirêka Kurd kûrtir bûye û azadîya raman û ragihandinê nemaye.”
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî li ser gora Tahir Elçî axivî û got ''Dewlet û hikumet naxwazin kuştina Tahir ronî bikin jiber ku dizanin ew hêzên tarî digîjin kuderê.''
Your browser doesn’t support HTML5