Şîrovekarên siyasî pêşbînî dikin ku êrîşên artêşa Tirkîyê li dijî Kurdên Sûrîyê dê bi şêweyî heyî heta demeke dirêj bidomin û hişyarî didin ku nebûna helwesteke rijd ya Amerîkayê di vê derbarê de pirsgirêkê aloztir dike.
Herî dawî, droneke Tirkîyê avahîyek li bajarê Qamişlo roja Yekşemê kir armanc. Di encamê de du şervanên jin yên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Li gor Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, avahîya ku di êrîşa Tirkîyê de bû armanc navendeke saxlemîyê ye jibo şervanên Kurd ku di şerê dijî rêxistina DAIŞ’ê de birîndar bûne.
Rêvebirîya Xweser di daxuyanîyekê de roja Duşemê got êrîşên Tirkîyê nameyeke zelal e ku Tirkîyê dixwaze çekdarên DAIŞ dîs bi hêz bibin.
Tirkîyê dibêje armanca wê ji van êrîşan ew e ku şervanên Kurd û jêderên dahatê li bakur û rojhilata Sûrîyê tune bikin. Enqere dibêjin Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên din yên Kurdan beşek in ji Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK). Karbidestên Kurdên Sûrîyê bi berdewamî van îdîayan red dikin.
Nicholas Heras, pisporê Rojhilata Navîn li Enstituya Newlines li Washington, got ku ji 2019’an ve rêbaza Tirkîyê ew e ku hêza asmanî bikar bîne da ku hêdî û bi awayekî piştrast binesazîya sivîl û leşkerî ya Kurdên Sûrîyê têk bibe.
“Zelal e ku Tirkîyê erêkirineke ne eşkereyî ji Amerîkayê wergirtîye ku rê dide artêşa Tirkîyê êrîşên bêsînor li nav bakur û rojhilata Sûrîyê pêk bîne, madem ku Amerîkî di van êrîşên Tirkan de nayên kuştin û birîndarkirin,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Ji dawîya 2023’an û vir ve, êrîşên Tirkîyê bi awayekî berçav binesazîya sivîl ya deverên jêr kontrola HSD’ê dikin armanc. Ji bilî zevî û parzûnên petrolê, cihên din wekî stasyonê av û elektrîkê, nexweşxane û aş bûne armancên van êrîşan.
Çavdêr dibêjin ku armanckirina van cihên stratejîk ziyaneke rasterast li jiyana xelkên sivîl li Rojava kiriye.
“Ji dema ku asta van êrîşan bilind bûye, ne elektrîk heye û ne jî pêdivîyên din yên jiyana rojane,” rojnamevan Îvan Hesîb, ku li Qamişlo dimîne, ji Dengê Amerîka re got.
“Wekî mînak, buhayê gaza çêkirina xwarinê 10 qat bûye, jiber ku navendên berhemdana wê ji alîyê Tirkan ve hatine wêrankirin. Wekî din, xelk bi awayekî rojane di nav tirsê de dijîn. Ev jî bûye sedem ku tevgera bazarê kêm bibe û weberhênan raweste. Koçberî jî êdî zêdetir bûye.”
Derbarê helwesta Amerîka hember van êrîşên Tirkîyê, şîrovekar Heras got ewê encamên vê yekê di dema dirêj de ne li gor berjewendîya HSD’ê bin.
“Siyaseta Amerîkî li bakur û rojhilata Sûrîyê dê di dawîyê de bibe destkefteke mezin jibo rejîma Esed û Îranê, jiber ku dema HSD bi awayekî berçav lawaz bibe, ewê nikaribe hember wan li ber xwe bide,” Heras da zanîn.
Hikûmeta Amerîkî berê jî çend caran gotîye ku ew êrîşên Tirkîyê dijî sivîlan li bakur û rojhilata Sûrîyê qebûl nakin.