Hevşaredarê Silopê: Bi Telefonê Gefa Kuştinê li Min Hat Xwarin

Suleyman Şavluk û hevşaredara Slopê Edalet Fîdan

Hevşaredarê navça Silopê ya Şirnexê, Suleyman Şavluk da zanîn beriya mehek li ser telefonê hin dîmenên Daişê jê re hatine şandin û gefa kuşitinê lê hatîye xwarin.

''Roja salvegera damezrandina HDPê de ez li Stembolê bûm. Ji telefonek ku reqamên Tirkiye bû, li ser hev telefonê min kirin. Dema min bersiv da, bi zimanê erebkî zilamek heqaretan kir. Min telefonê girt. Paşê jî li ser whatsapp hin fotograf û dîmenên serjêkirinê yên DAİŞê ji min re hinartin.''

Evuqatê Suleyman Şavluk serî li dozgerîyê xistîye lê dozgerî piştî 20 rojan bersiva wan dide.

''Dozger 20 roj şûnda, telefon kir dibêje 'ger îzna te hebe emê dozê vekin. Min got hun henekên xwe bi min dikin? Jibo ku hun dozê vekin me serî li we xist, 20 roj derbas bûye hun jibo dozê ji min îzinê dixwazin?''

Şavluk destnîşan kir "ev karekî organîzekirî ye" û dibêje bawer nake ji dozê encamek bidest bixin.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta deng/Xecîcan Farqîn