NY: Renge Hejmara Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 50,000 Derbas Bike

Martin Griffiths li Mereşê bi Rojnamevanan re Diaxive

Serokê alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths got jimara kuştiyên erdheja mezin li Tirkiyê û Sûriyê dê ji asta xwe ya niha ya 28,000 du qat an zêdetir be û 50,000an derbas bike.

Griffiths roja şemiyê gihîşte bajarê Mereşê li başûrê Tirkiyê, navenda erdheja yekem a bi lerza 7,8 ku di katjimêrên berbanga Duşemê de jiyana bi mîlyonan kesan têkdayî.

Wî jimara mirîyan roja Şemîyê di hevpeyivînekê de digel Sky News got: "Ez difikirim ku zehmet e ku em tekez texmîn bikin ji ber ku pêdivî ye ku em bikevin binê kavilan lê ez bawer dikim ku ew dê du qat anjî zêdetir bilind bibe."

Rayedar û bijîşkan diyar kir ku li Tirkiyê 24 hezar û 617 û li Sûriyeyê jî 3 hezar û 574 kes mirine. Hejmara piştrastkirî bi tevahî niha 28,191 mirî ne.

Çavkanî: AFP