Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê Dibe Nêzîkî 35,000

Hejmara miriyan li Tirkiyê 29,605 û li Sûriyê jî 5,273 in. Bi sedan hezar kes jî di keşûhewaya sar ya zivistanê de bê mal mane.

15:43 12.2.2023

Serokê Sûriyê Beşar Esed bi Wezîrê Derve yê Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî re dicive

Medya fermî ya Sûriyê ragihand ku serokê Sûriyê Beşar Esed roja Yekşemê bi Wezîrê Derve yê Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî Şêx Abdullah Bin Zayid re hevdîtin pêk anî di yekemîn serdaneke weha bilind de ji aliyê karbidestekî Ereb ve, piştî erdheja ku li Tirkiyê û Sûriyê qewimî.

Syria UAE
Syria UAE

15:19 12.2.2023

Hejmara qurbaniyên erdhejên Tirkiyê û Sûriyê heta sibeha roja Yekşemê 28,000 kes derbas kir.

Hejmara miriyan li Tirkiyê 24,617 û li Sûriyê jî 3,500 in. Bi sedan hezar kes jî di keşûhewaya sar ya zivistanê de bê mal mane.

22:32 11.2.2023

Bo agahiyên pêştir tu dikarî lînka jêrîn veke: Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir (dengeamerika.com)

XS
SM
MD
LG