Bandora Giranîya Jiyanê Li Ser Xelkê Tirkiyê

Ji serê salê vir de Lîre ya Tirk, li hember Dolar ji sedî 45 nirxa xwe winda kir.

Bihaya dolar her roj zêdetir dibe, enflasyon radibe, lê Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan dibêje Ew dest ji siyaseta fayîza kêm bernadin.

Enflasyona Tirkîye ji sedî 21ê bihurîye, lê Banka Navendî li ser dexwaza Erdogan fayîz ji sedî 16 daxistin bo ji sedî 15'yan. Baka Navendî di nav salekê de sê caran fayîz daxist.

Zanyarên ekonomiyê hişyar dikin ku ev siyaset rêjeya bêkarî û hejarîyê zêdetir dike û ji bo daxistina enflasyonê divê fayîzan bilind bikin. Lê Erdogan dibêje ew siyaseta xwe naguhere.

Ew bawer dike ku fayîza zêde ji bo xêra dewlemendan e. Herwiha dibêje enflasyon jî bi fayîza kêm dikeve lê zanyar li dijî vê hizrê dertên.

Di mehên dawîn de ji ber enflasyona zêde, daketina nirxa lîreyê ji arvan heta rûn, ji sebze, fêkî, benzîn, xaza xwezayî her tişt pir biha bûye.

Dengê Amerîka li bazaran ji runiştvana pirs kir ka ev rewş li ser bandorek çawa çêkirîye.

Hemî bi gazindin û dibêjin 'Par tiştên ku bi 50 lîre dikaribûn bistînin îsal bi 300 lîre jî têrê nake.'

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn