li Tirkyê destûra fermî ya ji bo pîrozbahiyên newroza Amedê derket û wê li Parka Newrozê roja Yekşemê Newroz bê pîrozkirin.
HDPê bi sernavê "Jibo azadîyê emê bi agirê Newrozê bexwe bidin" pankart amade kirin.
Li bajarên Stembol, îzmîr, Bursa, Edene, Mersînê roja Şemiyê, li Amed û bajarên Kurdan roja Yekşemê tê pîrozkirin.
Li Amedê wilayetê 250 pankart û afîşên Newrzê daxist. Herwiha jibo kese bedarê pîorzbahiyê bibin divê li ser telefona wan koda ewlehîya saxlemiyê hebe bi navê HES.
Rêvebirên HDPê dibêjin ewê li gorî hişyarîya "navbera civakî" mirovan bigrin qadê.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, Hevserokê Partîya heremên Demokratîk keskîn Bayindir û serokên Partiyên Tifaqa Kurdîstanî li ser mijarên girîng di Newroza Amedê de gotar pêşkêş bikin.
Di gotaran de mijara doza girtine HDPê, çalakiyên birçîbûnê yên li girtîgehan ku jibo tecrîda li ser Ocalan rabe destpêkirîye, herwiha rewşa ewlehîya saxlemîya Abdullah Ocalan dê li pêş be. Di sala 2020an de li seranserê Tirkiye jibe pandemîyê pîrozbahîyên Newrozê betal bibûn.
Your browser doesn’t support HTML5