Li Amedê TDK- Tevger û PAKê Kongira Yekbûnê Lidar Dixin

TDK- Tevger û Partîya Azadîya Kurdîstanê (PAK) biryar da bibin yek û partiyek nû damezrînin. Jibo vê armancê roja Şemî û Yekşemê li Amedê kongreya damezrandina partîya nû lidar dikeve.

Berdevkê TDK- Tevger Nezîr Akat û Serokê PAK’ê Mustafa Ozçelîk axaftinên xêrhatinê kirin û li ser yekbûna herdu partîyan axivîn.

Nezîr Akat di gotara xwe da li ser tespîta rewşa sîyasî û civakî gotarek pêşkêş kir û got ew hêvî dikin kongre û proseya yekîtîyê bibe mîrata yekrêzîya Kurdîstanîyan.

''Yekîtîya PAK û Tevgerê, yekîtîyeka nû ye. Partîye me ya nû, partîyeka yekgirtî, demokratîk û girseyî ye ku bi nav û program û destûra xwe, bi amblem, bi meclîs û rêveberîya xwe partîyeka nû ya eşkere ye. Em di vê hişmendîyê da ne ku yekîtîya me dê têr neke, helwesta bihêzkirin û berfirehkirina yekîtîyê dê berdewam be. Em dizanin ku ev yekîtî destpêkek e. Lê agir û pêtên kûr bi çirûskekê destpê dike.

Serokê PAK'ê Mustafa Ozçelîk jî di gotara xwe da destnîşan kir li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi partîyeke xurt ya neteweyî ya demokratîk û tifaqeka neteweyî û demokratîk heye.

''Ev erk li pêşîya me hemû partî û tevgerên sîyasî yên bakurê Kurdîstanî ye. Ev demek hesas e ku di alîyê hişmendî û neteweyî de, di aliyê hêvîyê da li Bakurê Kurdistanê şikesetek mezin heye. Divê em hêza xwe bikin yek, divê em navendeke hin berfireh û demokratîk ava bikin. Lê ne li ser dijminatîya tu kesî. Em dive bi bîr û bawerîya xwe di nav gelê xwe de kar bikin. Jibo millet Kurd kî gavekî ber bi me bavêje, dive ema made bin du gavan ber bi wan bavêjin.’’

Hêjayî gotinê ye jiber ku çima peyva Kurdistanê û dexwaza statuya Kurdan di nav û bername û navê partîyên sîyasî de hene, di sala 2019'an da, li Partîya Azadîya Kurdistanê, Partîya Komonîsta Kurdîstanê, Partîya Sosyalîst a Kurdîstanê, û Partîya Demokrata Kurdîstanê ya Tirkiyê, doza girtinê hate vekirin.

PAK, li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîye parastina xwe kir.

Ozçelîk di gotara xwe da destnîşan kirk u wan di parastina xwe da gotine ‘’Em Bernama xwe naguherin, divê dewleta Tirkiyê qanûna xwe biguherîne.''

Wî diyar kir ger navê partîya nû bi awayek bê hiqûqî neyê qebûlkirin, PAK û tevger wê li navê xwe xwedî derkevin ku ev nav destkeftîyên Kurdîstanî ne.

Jibo nav, weke alternatîf, navên weke Partîya Welatperwer ya Kurdistanê, Partîya Demokratîk û Azadîya Kurdistanê, Partîya Gelên Kurdistanê tê bilêvkirin.

Hêjayî gotinê ye nav û bername û serokê partîya nû dê roja duşemê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Li Amedê Partîyeke Nû Tê Damezirandin