Di Roja Azadîya Ragihandinê de 104 Rojnameger li Tirkiye Girtî ne

Roja 3'ê Gulanê, roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê ye. Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) destnîşan dike di warê azadîya ragihandinê de di nav 180 welatan de Tirkiye di rêza 154'an da ye.

Li gor rapora Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle û Feratê jî neha li Tirkiye 104 rojnameger girtî ne ku 25ê wan rojnamegerên Kurd in.

Li gorî daneyên çar mehan yên raporê de li Tirkiye :

- 29 rojnameger hatine deseterkirin, 10 ji wan hatine girtin.

- Di heqê 26 rojnamegeran de lêpirsîn, di yê 14 rojnamegeran de jî doz hatîye vekirin.

- 15 rojnameger jî di encama dozan de hatine cezakirin.

- Di nav çar mehan de 112 caran înernet hatîye astengkirin.

- Sazîya Bilind ya Radyo û Televiyonê (RTUK), dezgehên ragihandinê 13 caran ceza an sansur kiriye.

- 11 rojnameger jikar hatibe derxistin.

Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle û Feratê Dîcle Muftugolu ji Dengê Amerîka re rewşa azadiya ragihandina Tirkiye dinirxîne.

"Li gor raporên dezgehên navdeweltî em dikarin bêjin ku li Tirkiye Azadîya ragihandinê nemaye. 104 rojnamegerên girtî jiber nûçeyên ku çêkirine tên cezakirin."

"Serokomarê Tirkiye jibo opozîsyon û rojnamgeran dibêje ji vîrusa korona xerabtirin."

"Nêrîna desthilatîya Tirkiye ewe ku dibêjin yan ji min î yan jî terorîstî..."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta deng/Xecîcan Farqîn