Ahmet Turk û Devrîm Demîr Dibin Namzedên Hevşaredarîya Mêrdînê

Pêşhilbijartinên bajarvanîyan yên DEM Partîyê didomin û roja Yekşemê hate ragihandin ku Ahmet Turk û Devrîm Demîr namezdên bajarvanîya Mêrdînê ne.

Hevserokê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi daxuyanîyekê ragihand, jibo ku Turk û Demîr hefta borî dengên zêde girtin, rêvebiriya pêşhilbjartinê biryar da ku herdu nav bibin namzed.

Kordînasyona pêşhilbjartinê li ser lihevkirina bajêr ev biryar ragihand.

Keskîn Bayindir, digel Turk û Demîr preskonferansek lidarxist û got li Tirkîye, li 90 navendan bi dehan hezar kes deng dane.

''Ev dengdan bû dersek mezin jibo demokrasîya Tirkîyê. Li Mêrdînê jî li gorî pêşhilbijartinên 13’ê Çileyê, Turk û Demîr dengên herî zêde girtin û di dengdana gel de ew hêjayê namzedîyê hatin dîtin.’’

Ahmet Turk

Hêjayî gotinê ye Ahmet Turk û Azad Yildirim hefteya borî di gera yekê de dengên zêde standin û biryar hate dayîn ku gera duyê di nav herdu navan de çêbe.

Lê Ahmet Turk ragihand jibo ku ew di pêşhilbjartinê de biser neket dest ji berbijariyê jî û sîyasetê jî berdide.

Keskîn Bayindir got ku li ser dexwaz û israra bajarî û dengdêran, Ahmet Turk hate qani’kirin ku biryara xwe biguhere.

Devrim Demir

Hêjayî gotinê ye berbijarên din Azad Yildirim, Gulîzar îpek Bîlen jî dengên zêde girtibûn û çaverê bû digel Ahmet Turk û Devrim Demir di gera duyê de ew jî cî bigrin.

Bayindir got:

‘’Birêz Azad Yildirim di dengdanê de bû duyemîn lê ser dexwaz û banga bajêr û dengdêran bi kamilbûnek demokratîk û hestîyarî, dest ji berbijarîyê berda. Em li ser navê gel spasîya birêz Yildirim û Bîlen dikin.’’

Devrim Demir, ji Mêrdînê ye, hunermend e, û yek ji damezrênerên Komeleya Jinên Hunermend û Wêjekar (KASED)ê ye.