Kemal Kiliçdaroglu Li Diyarbekir Bersiva Pirsên Rêxistinên Sivîl Dide

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kilidaroglu, bo seferek sê roj li Amedê.

Di roja sêyan de, di vicina taybet ya Navenda Lêkolînên Civakî yê Dîcleyê (DİTAM) bi nûnerên rêxitinên sivîl re hate ba hev û bersiva pirsên wan da.

Kilidaroglu got:

"Hun jî dizanin, Demirtaş ne jibo ku parêzbendîya wî hate rakirin girtî ye, ew jibo ku ji Erdogan re got ‘Emê te nekin serok’ îro di girtîgehê da ye. Ger birêz Demirtaş îro bêje ezê jibo serokatîyê piştgirya te bikim, berê denge Kurdan bidim AKP, rojek jî girtî namîne. Heta ewê bi madalyon jî were xelatkirin. Selahattin Beg jî vê yeke dizane.’’

Helbet herî zede li ser mijarên helwesta CHPê ya li hember rakirina parêzbendîya parlamenterên HDP, herwiha helwesta CHPê ya dema pêvajoya çareserîyê, hizra wan a jibo çareseriyê, li dervehîştina HDPê di tifaqa partîyên opozîsyonê da, perwedehîya bi zimanê dayikê, rêya hevhelalkirina bi Kurdan re dê çawa be pirs li wî hatin kirin.

Kiliçdaroglu da xuyakirin ew li dijî sistema qayumane jî û yên ku bi hilbjartinê hatine divê bi wê herin.

Bersiva Kemal Kiliçdaroglu li ser hewlesta CHPê ya dema pêvajoya çareseriyê jî weha bû:

''Ger hun bişkokê jorîn yê kince xwe xelet bigrin, hemî bişkokên din jî xelet bên girêdan. Ez ew dem li dijî rêgezê derketim, jiber ku xelet bû. Cîyê çareserîya pirsgirêka Kurd parlamto ye. Bi çend kesan nabe. Herwiha nabe ku her kesek ajandayek xwe hebe. Divê pêvajo zelal be, gel ji prosê bê agahdarkirin, li parlamenê komisyona lihevkirinê were avakirin li derve jî rûspiyan. Hemî tişt li ber çavan be.’’

CHP, bi pênc partiyên opozisoynê re tifaqek avakir jibo bihêzkirina sîstema parlamenterîyê. Lê di wê tifaqê de HDP cî nagre. Ev yek jî pir hate rexnekirin û beşdar gotin ev tüne hesibandina Kurdan e.

Kemal Kiliçdaroglu got ‘’HDP bixwe tifaqek cda ava dike, lewam tê de cî nagre, herwiha tiştek bi veşartî nayê kirin, li ber çavan e, deklerasyonê jî ji HDPê re hinart.’’

Wî daxuyakirin pirsgirêka herî mezin ya Tirkiye tunebûna demokrasî ye û ev partî jibo avakirina demokrasiye hatin ba hev.

Kiliçdaroglu berîya çend mehan gotibû jibo çareseriya pirsgirêkan divê hemî kes hevhelal bikin. Jibo hevhelalkirinê jî hêza ku ne heqîyê kiriye divê xeletiya xwe qebûl bike, rûqalê wan xeletiyan bibe.

''Li Roboskê xort hatin kuştin, em nikarin wan vegerînin lê dikarin bejin xeletîyek heye û ji malbatan lêborinê bixwazin. Ger em hizûr û aşitî û aramiyê dixwazin divê hemî civak dikaribe hev hemêz bike. Helalkirin, kamilbûna erka sîyasî ye, ger em werin wê derece jixwe di nav civakê de şer û pevçûn jî çênabe.’’

Kemal Kildaroglu li Diyarbekir bi pênc kurdên ku di derbeya 12ê İlonê de li girtigeha Diyarbekirê işkenceyên giran li wan hate kirin civinek taybet bi wan re kir.

Wî weha behsa wê civinê jî kir.

‘’Ew gher pênc kes, dema behsa wan rojan dikirin hêsrên çavên wan weke baranê dibarîyan. Gelo hunê çawa rûqalê van mirovan bên. Lazime bi wan re rûnên û bejin me xeletiyek mezin kir.

Jibo birînên dilê me bikewe divê em bi xeletîyên xwe re rûqal bibin. Lazime girtîgeha Diyarbekirê bibe muzexaneya şermê ku kirinên li wir neye jibîrkirin, nifşên nû jî bibinin çi sosret hatiye kirin ku ew jî wan xeletiyan nekin. Kiryarên wan xeletiyan deyndarê gel in ku divê ji wan lêborinê bixwazin. Em nikarin tolhildana neyartiyên demên bori bikin, bi vê yeke nameşe, jibo hevhelalkirinê lazime ji dil bin û xeletiyan qebul bikin.’’

Serokê CHPê li ser pirsa jibo perwerdehiya jibo zimanê dayikê got jibo wan ya girîng feydeya zede ya derûniya zarokan e. Li dezgehên navnetewî gelek rapor hene li ser wê. Bersiva vê pirsê jî ne sîyasetvan divê pedagog bidin ku jibo zarokan kîjan qenc e.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn